Diyarname
Di gotûbêja li ser wêjeya kurdî de nivîskar H. Kovan Baqî û Cîhan Roj axivîn.
Kurdî-Dera Îzmîrê di çarçoveya Fûara Pirtûkan a Îzmîrê (TUYAP) de bi sernavê "Wêjeya Modern a Kurd û Keda Wêjeyê ya ji bo Ziman" gotûbêjek li dar xist. Nivîskarê malpera me Cihan Roj û çîroknûs H. Kovan Baqî wekî axifger beşdarî gotûbêjê bûn.
Nivîskar Roj li ser nêzîktêdayîna wêjeyê wisa got: "Li nav civaka me fikrek wisa heye, 'Nivîskarên kurd dikarin wêjeyek xurt derxin holê?' û her bi şik li meseleyê dinêrin. Ez dixwazim bipirsim: Çima nebe? Yên ku bi kurdî nizanin jî bi tundî berhemên bi kurdî hatine nivîsandin rexne dikin û îdîa dikin ku naveroka wan a bandorker nîn e. Li îhtîmala wêjeya kurdî dê bi ser bikeve jî bi erênî nanêrin."
Nivîskar H. Kovan Baqî jî got ku bi gotinên li wêjeyê xwedî derdikevin lê di pratîkê de tam li wêjeyê xwedîderketinek nîn e û wisa dom kir: "Wêjeya kurdî nayê fêmkirin, nayê xwendin. Min dixwest ji we re qala tiştên xweş bikim lê di dilê min de, di mejiyê min de astengiyên ku pêşî li peyvên xweşik dikin hene. Mixabin wêjeya kurdî eleqeya ku divê nabîne, tenê dimîne."
Her wiha tameşavanan eleqeyeke mezin nîşanî panelê da.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Li Îzmîrê panelek li ser wêjeya kurdî ya modern
- Weşanxaneyên kurd beşdarî Fûara Îzmîrê dibin

Cîhan Roj

H. Kovan Baqî


