We digot qey pirtûkxane tenê cihê xwendin û parastina pirtûkan in? Ger fikra we ev be vaye ji we re wêne û delilên ku pirtûkxane ji bo tiştên din jî têne bikar anîn.
Ev dîmen li pirtûkxaneya Zankoya Hiqûqê ya Brooklyn a DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) hatine kişandin. Xwendekarên hiqûqê yên dibistanê dema hatin dibistanê çavbeloq man; ji ber ku li pirtûkxaneya wan fîrmaya derpê û fanûleyan model anîbûn û nîvtazî wêne dikişandin.
Fîrmayê ji bo kişandina wêneyan ku dê katalogekê de bêne bikaranîn beşeke pirtûkxaneyê kirê kir. Hate gotin ku rayedaran gotiye qey ji bo kişandina wêneyên pantolonên qot e loma destûr daye lê dema wêneyên ku hatine kişandin dîtine ew jî ecêb mane.
Xwendekareke ji bo rojanmeya New York Postê gotiye: "Ez her roj li ber wan kompîturan dixebitim. Ev ne tişteke xweş e."
Wêne vê biharê hatine kişandin û modelan bi derpêyên li ser nivîs nivîsî, li ser pirtûkan û refên pirtûkan wêneyên erotîk pêşkêş kirine.
Li ser derpêyeke ev nivîs hatiye nivîsîn: "Îro ez mamosteyê/a te me", li ser yeka din jî wisa hatiye nivîsîn: "Ev xwendekara te ye". Li ser yeka din jî wisa hatiye nivîsîn: "Îşev ez nexweşa te me."