Diyarbekirspor derneket maçê
Amed
Diyarbekirspor ku di Bank Asya Lîga 1'emîn de dilîze, derneket maçê. Maça di navbera Diyarbekirspor û Denîzlîsporê de îro saet 14.00'an de dê li Stada Ataturk a Amedê bihata lîstin lê lîstikvanên Diyarbekirsporê derneketin maçê. Hakemê maçê Murvet Sezer û lîstikvanên Denizlî hinek li benda lîstikvanên Diyarbekirsporê man li ser nehatina wan ew jî derketin çûn.
Hakêman rapor saz kir. Diyarbekirspor dê bi biryar wekî têkçûyî bê hesibandin.
Diyarbekirspor piþtî rêveberiyeke nû nehat hilbijartin û ew teslîmê Kayyûmê kirin, pirsgirêkên wê yên aborî zêdetir bûn.
Wekî not: Bi vê çûyînê Diyarbekirspor dê ji Bank Asya Lîga 1'emîn jî dakeve. Lê jê wêdetir dê rewþa wê çawa be ne diyar e.