ŞAM
Piştî xwepêşandanên gelê Sûriyeyê yên bi armanca azadiyê, Serokdewletê Sûriyê Beşar el Esad bi eşîretên kurdan re hevdîtin pêk anî.
Li gor agahiyan Esad li bajarê Hesekê bi nûnerên eşîrên kurdan re hevdîtin pêk anî û der barê pirsgirêkên gel ên li bajêr de agahî girt.
Hat diyarkirin ku Esad cejna Newrozê li wan pîroz kiriye û bal kişand ser yekîtiya neteweyî.
Berî hefteyekê komîsyonek ji bo nasname bide kurdan û pirsgirêkên kurdan çareser bike, hatibû avakirin. Tê hêvîkirin ku komîsyon der barê mijarê de pêşnûmeyek di 15’ê nîsanê de pêşkêşî Esad bike.
ANF