Diyarname
Her ku diçe tiştek nû ya dîrokî li nav axa kurdan tê dîtin, vê carê di kolandinên dîrokî de "dikanê miskfiroşî" ku dîroka wê diçe heta hezar salî hat dîtin.
Herana Rihayê yek ji wargehên kevn ê dinyayê tê hesibandin. Li vê derê kolandina arkeolojîk didome. Niha li vê derê di kolandinan de "Dikana Miskfiroşî" hat dîtin ku dibêjin nêzî hezar salî ye.
Serokê Kolandina Wargera Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal got ku ev der xwedî potansiyelek girîng e û ew bi hûrbînî xebata xwe didomînin. Onal wisa got: "Heta niha me gelek berhem derxistin lê di kolandinên îsal de li Kulliyeya Ulu Camî me dikana miskfiroşiyê dît û me hin berhem dîtin. Di vê odeya çarqorzî de me amûrên bêhna xweş jê tên dîtin. Ligel van berheman çanaxê ji bazaltê û parçeyên pîtosê hatin dîtin."
Onal got ku ji ber ev ode nêzî hemam, şedrewan, mizgeft û sûkê bûye nîşan dide ku di van amûran de bêhna xweş hatiye bikaranîn. Ev hemû nîşan didin ku hezar sal berê jî qîmet dane paqijî, xweşî û bêhna xweş. Onal wisa got: "Em difikirin ku ev amûr û bêhna ku xistine kê li vê derê hatine çêkirin. Ev texmînî nêzî hezar sal berê aîdê serdema Zengiyiyan e."