Diyarname
Di Lîga Super a Tirkiyeyê de mirov dikare bibêje heta niha heyecan nîn bû lê heyecana herî mezin a vê serdemê hat xwe li hefteya dawî bar kir. Ji ber ku hefteya çûyî BeÅŸîktaÅŸ û Galataray bi 81 pûanan, Fenerbahçe bi 79 pûanan hat hefteya dawî. Di van de BeÅŸîktaÅŸ bi 2 golên zêdetir avêtibû di rêza yekemîn de bû. Û îro hefteya dawî hat lîstin,BeÅŸîktaÅŸî ev avantaja xwe parast û bû ÅŸampiyon.
Îro BeÅŸîktaÅŸî li Îzmîrê tîma Goztepe bi 2-1 têk bir û bû ÅŸampiyon. Golên BeÅŸîktaÅŸê Vida (dq 10) û Ghezzal (ji penaltiyê di deqîqeya 67'an de) avêtin. Li ser navê Goztepeyê Alpaslan Ozturk deqe 24'an de golek avêt lê têrê nekir.
GS duyemîn, FB sêyemîn
Galatasaraya ku di rêza diduyan de bû li mala xwe Malatya bi 3-1 têk bir lê vê yekê têr nekir ku rewÅŸê biguherîne. Di encamê de BeÅŸîktaÅŸ bi yek gola zêdetir avêtiye bû ÅŸampiyonê Lîga Super a serdema 2020-2021'ê.
Fenerbahçeyê tîma Kayserî bi 2-1 têk bir û bi 82 pûanan di rêza sêyemîn de lîg temam kir.
BeÅŸîktaÅŸê piÅŸtî firfiroka hakêm dest bi pîrozbahiyê kir. TemaÅŸevanên BeÅŸîktaÅŸê li BeÅŸîktaÅŸê, li Leventê û li gelek cihên din ên Stenbolê ji bo pîrozbahiyê derketin qadan ligel ku qedrexeya derketina derve heye jî.
Bû 16 caran
BeÅŸîktaÅŸ bi vê yekê bû 16 caran dibe ÅŸampiyon. BeÅŸîktaÅŸ heta niha di van salan de bûye ÅŸampiyon: 1957, 1958, 1960, 1966, 1967, 1982, 1986, 1990, 1991, 1992, 1995, 2003, 2009, 2016, 2017 û 2021.
Gotinek jî ji bo teknîk dîrektor Sergen Yalçin: Yalçin yek ji lîstivkanên jîr ê BeÅŸîktaÅŸê bû. PiÅŸtî dest ji fûtbolê berdan dest bi teknîk dîrektorî kir. Di sala 2009-09'an de tîma BeÅŸîktaÅŸê U-15, paÅŸê U21 bi rê ve bir. Dûre çû Entabê, Sêwasê, Kayserî, EskîÅŸehîr, Konya, Alanya û di sala 2019-2020'an de Yenî Malatya Spor bi rê ve bir. Yalçin li vir serketina xwe nîÅŸan da û par ew anîn ser tîma BeÅŸîktaÅŸê. Yalçin îsal ligel hemû bêrderfetiyan jî lîg bi serketî bi dawî kir û gavek serketî li dîroka xwe kir.
Tîmên ketin
Li aliyê din 4 tîmên ji lîgê ketin jî diyar bû. Herî jêr Denîzlî di rêza 21'ê de cih girt. Dûre Gençlerbîrlîgî, Ankaragucu û BB Erzurumspor ji lîgê ketin. Ev tîm sala bê dê lîgek jêrtir di Lîga 1'emîn de bilîzin.