Diyarname
Xelata "Hirça Zêrîn" ku di çarçoveya Festîvala Berlînê de tê belavkirin fîlmê derhênerê îranî Asghar Farhadi bi fîlmê xwe "Jodaeiye Nader az Simen".
Xelatên 61'emîn Festîvala Fîlman a Berlînê hatin belavkirin. Xelata Fîlmê Herî Serketî "Hirça Zêrîn" fîlmê bi navê "Jodaeiye Nader az Simen" yê Asghar Farhadi girt. Di warê Derhênerê Herî Serketî de Xelata "Hirça Zîvîn" dan Ulrich Kohler ku bi fîlmê xwe “Schlafkrankheit” beşdarî festîvalê bûbû.
Xelata Senaryoya Herî Serketî jî dan fîlmê "The Forgiveness of Blood”.
Di nav kurtefîlman de jî kurtefîlmê derhênerê kurd "Land of the Hereos" (Ji Axa Lehengan) "Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî" girt. Sahîm Omer Xelîfe ku ji kurdên Başûr e çîroka kurtefîlmê wî di sala 1988'an de, di dema dawîbûna şerê Îran-Iraqê de derbas dibe. Dilêr (10 salî) û xwişka wî Zînê dixwazin li televîzyonê li xêzefîlm (kartonfîlm) temaşe bikin lê dema Malo tê ev yek hinek zehmet dibe...*
Vane fîlm û kesên ku li Berlînê xelat girtin:
- Hirça Zêrîn: “Nader and Simin, A Separation”
- Xelata Taybet a Juriyê: “The Turin Horse”
- Xelata Hirça Zîvîn ya Keda Ji Awarte ya ji bo Sînemayê: Wojciech Staron (“The Price”, derhêneriya dîmenê), Barbara Enriquez (“The Price”, sazkirin prodoksiyon)
- Derhênerê Herî Serketî, Xelata Hirça Zîvîn: Ulrich Kohler (Sleeping Sickness)
- Senaryoya Herî Serketî, Xelata Hirça Zîvîn: Joshua Marston, Andamion Murataj (The Forgiveness of Blood)
- Lîstikvana Herî Serketî, Xelata Hirça Zîvîn: “Nader and Simin, A Separation” (hemû lîstikvanên jin ên fîlmî)
- Lîstikvanê Herî Serketî, Xelata Hirça Zîvîn: “Nader and Simin, A Separation” (hemû lîstikvanên mêr ên fîlmî)
- Fîlmê Yekem ê Herî Serketî, Xelata Hirça Zîvin: “On the Ice”
- Xelat Alfred Bauer: “If Not Us, Who?”
***
Ji bo temaşekirina kurteyek ji fîlm bitikînin: "Land of the Hereos"