Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
Omer Dilsoz
Dîjo can,
Ev bûn þeþ heyv tu li asîmanê me wekî tîrêja rojê hilatî û bûyî sebr û arama mala me. Bi hatina te, kavilemala li vî bajarê zer zerikî, li vî welatê ter terikî, ronî û geþ bûye.
Dîjo can,
Niha tu tenê “inga inga’ û ‘gix gixê’ bi çavên xwe yên wekî stêrka gelawêjê geþ, tînî dibarînî ser jiyana me. Þeþ heyv e, hema gava çav bi te dikevin, hemû dilpeqînî û sergêjiya vê jiyanê bi carekê de li dilê me vedigere þadî û kêfxweþiyeke xemrevînane.
Dîjle can,
Ez zanim, niha haya te ji çi tiþtî nîn e, tu wekî melekekê saf û bêguneh, pak û paqij, li jiyanê dikenî û her ku çavên xwe vedikî me li dora xwe dibînî. Bismillahiya jiyana te bi me dest pê dike, lê bawer bike, bîsmillahiya kêfxweþiya me jî bi te dest pê dibe.
Dîjoka min,
Ev þeþ heyv e, tu li nav jiyana me, roj wekî avê diçin û her ku diçe tu jî mezin dibî. Bawer ke, qet bi dilê min nîn e tu mezin bibî, cana min, hinde zû mezin nebe...
Têjika min,
Niha ez û diya te, di xaniyekî mezin ku tenê bereke wî heye de dimînin. Xanî, bi mermer û fayansan hatiye xemilandin, gava tu ji derve ve lê dinêrî, dibêjî qey qesr e, vîlla ye, lê gava dikevî hundir, tenê odeyeke wê bi kêr tê. Serþok û destav di nav odeyê de ne, kulîn û nanavgeh (mutbex/kîller) li xwarê ye, sê qat tenê pêlîsk (merdîwen) hene.
Diloka min,
Li vî welatî, ligel ku em li paytextê ne jî, tenê bi roj 2-3 saet û bi þev jî ji saet 12.00ê pê de, heta 8.00a spêdê elektrîk (kareba) heye. Wekî dîtir, jenerator (muwelîde) tê vêxistin, bawer bike, ku mirov ji Diyarbekira rengîn hatibe vî bajarî, gelekî zehmet e.
Tîrêjka min,
Xelkê vê derê zû bi zû bi ser cîranên xwe ve naçin, têkiliyên civakî gelekî germ nîn in; çi ji te û Xwedê veþêrim, ji bo vê yekê ez gelek xweziya xwe bi têkiliyên Culemêrg û Amedê tînim. Vê derê, ji nankirînê bigire heta bi neftkirînê, her tiþt bi dorê ye; nanpêjgeh (firin-tenûr) tenê di saetên xwarinê de vekiriye. Danê sibê, saet 8-9, nîvro 11.30-12.30 û êvarî jî 16-17’ê ji bo nanî diviya tu herî kêm nîv saetê di rêzê de bisekinî.
Dîjoka min,
Welhasil, ev þeþ meh in, ev mala li vî bajarê ku ji baranê pirtir ax lê dibare, ber mal bi çiravên þêlavê wekî kavilewaran, ev bajarê ku li ber mal û taxan, li þûna dar û hêþînayî kabloyên elektrîkê yên têkel bi ber çavan dikevin, ev bajarê ku binesazîya wê tune lê ‘mall’ û ‘supermarket’ên nûdem li bin guhê hev dikevin, ev bajarê ku neftê vedixwe û dolaran dizê, lê ligel vê piraniya xelkê wê þerpeze... heke tu jî nebî, dê çawa sebra dilê min/me lê were...
Dîjo can,
Þeþmehiya te pîroz be! Heke rojekê hat û te ev peyvên min xwendin, bizanibe ku þeþsed sal biçin jî tu li ber çavên min her þeþ heyvî yî; wisa delal, wisa zelal... wekî doba hingvînê Gûzereþê þirîn, wekî navika zebeþa Amedê þirîn, wekî liba hinara zîvzîvkê....
Dîjle can,
Qenc e ku tu heyî, baþ e ku Xwedê tu dayî me!...
***
Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
- Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirþ e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Þîfreyên dema nû û tiþtên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piþtê!’