Encamên Konferansa Mamosteyên Kurd
Haydar Diljen*
Pêncem Konferansa mamostayên kurdî ya Vesterosê (Västeros) bi dawî hat. Ji konferanse hin not:
Konferans di 8-9ê gulanê de li li bajarê Vesterosê li Otêla Ta Inê pêk hat. Ji 27 þaredarîyên Swêdê 89 mamoste û rêberên perwerdeya zimanê zikmakî du roj li ser rê û rêbazên baþtirkirina perwerdeya zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî dîyalogek germ û dostane pêk anîn.
Mamosteyên ku beþdarê konferansê bûn ji her çar parçeyên Kurdistanê û Anatoliya navîn bûn ku li Swêd, Almanya û Norweçê bi awayekî fermî dersa kurdî didin.
Spasiyeka mezin ji medyayê re
Ji Radyoya Swêdê Redaksiyona Kurdî Zana Serîn, ji destpêkê heta dawîyê konferens þopand û gelek hevpeyivîn çêkirin, û ji cihê konferansê bi awayekî zindî li ser konferansê raporek weþand.
Hin ajans û rojnameyên kurdî û swêdî yên digîtal û yên din bi awayekî gelek cidî li ser vê konferansê rawestiyan, nûçe û rapor weþandin. Çend ji wan ev in: Radyoya Swêdê Redaksiyona Kurdî-Zayele, ANF- Ajansa nûçeyan ya Firatê, Malpera Dayreya Giþtî ya Pêþvebirina Dibistanan ya Swêdê (Myndigheten för Skolutveckling), Lotikxane, PUK-Mediya, Diyarname, Yeni Özgür Politika, Berroj, Gündem, Malpera Þaredariya Vesterosê (Västerås) û hwd. Em ji rêvebir û rojnamevanên van sazi û weþanan re spas dikin ku ciddiyet û girîngîya vê konferansê bi nûçe raporên xwe weþandin.
Li ser çi hat rewestan?
Di konferansê de babetên ku li ser hat axaftin û kesên ku semîner dan yan jî nîqaþ bi rê ve birin ev bûn:
• Vekirin, ji Navenda duzimanî ya bajarê Vesterosê (Västerås): midûr Karin Brobäck ,
• Li Swêdê perwerdeya zimanê zikmakî: do, îro û sibe: ji Dayreya giþtî ya pêþvebirina
xwendegehan (Myndigheten för Skolutveckling) miþawîr Mats Wennerholm,
• Îmkanên alîkar yên înternetê yên ji bo perwerdeya kurdî: Kemal Mavane
• Zaravayên kurdî: kurdîya baþûr (sorani) Aso Germiyani,
• Kurdîya bakur (kurmancî): Remzi Kerim,
• Zazakî: Haydar Diljen
• Perwerdeya kurdî li Norweçê: Hatice Demirbaþ û Zekeria Omer
• Perwerdeya kurdî li Almanyayê: Emîn Akbaþ
• Îmkanên ji bo hevdîtina þagirdan ya li ser welatan re: Mia Lindh, och Haydar Diljen Otlu
• Nasandina materyalên dersê yên nû
• Devoka behdînî Newzad Hirorî
• Laþ û ragihandin Fadil Jaf
• Perwerdeya þagirdên xwedî astên cuda yên di heman grûbê de, Rewas Kader
• Di heman grûbê de perwerdeya þagirdên ji perçeyên Kurdistanê yên cihê- minaqeþe: rêvebir Tahsin Aslan
• Temaya zimanê zikmakî/Fêrgeyî zimanî kurdî, Serko Amîn
• Temaya zimanê zikmakî/Dibistana kurdî, H. Diljen
• Baþtirkirina peywendîyên di navbera mamosteyên kurdî de, minaqeþe: rêvebir Serko Amin
Hema hema hemû babetên konferansê bi awayekî gelek bi rêkûpêk hatin pêþkêþkirin û nîqaþkirin. Ez bawer im, kurdên soran cara yekem kurdeka ji Anatolîya Navîn, ku bi devoka xwe peyivî guhdar kir û sempatîyek gelek germ jê re nîþan dan. Zaravayên kurdî, îmkanên guhertina þagirdan ya li ser sînoran re û projeya Amedê, devoka behdînî jî ji wan babetên ku herî pir bal kiþandin bûn.
Nasandina materyalên dersê yên nû
Di grûba kurmancî de ev pirtûk hatin nasandin:
Pirtûka pêþdibistanê, Misto brodrêj
Pedagojî, Marûf Yilmaz
Zimanê me, Haydar Diljen & Sabîha Otlu
Pirtûkên Yekitiya Mamosteyên Kurd
Di grûba soranî de jî gelek materyalên ku Rêwas Kader û Þewket Amedî amede kirine û yên hin nivîskarên din hatin nasandin.
Gelek mamosteyan ya raste rast pirtûk kirïn, ya jî sîparîþ dan.
Li ser pirsên konkret dîyalogên germ
Di konferansê de, çi di semîner û xebatên din yên di salonê de û çi jî li derveyî salonê, dîyalogên gelek germ di navbera mamosteyên kurdî de pêk hatin. Bi her awayî diyar bû ku pêwistiyeka mezin ya bi konferansên bi vî rengî yên profesyonel heye. Konferansên ku bi tenê bi armanca kompetensbilindkirina mamosteyan û pêþxistina perwerdeya kurdî tên lidarxistin û mamosteyên beþdar jî li gor vê armanca sereke tên hilbijartin, ne ku li gor fikrên wan yên siyasî yan jî li gor dilê kes yan jî sazî/û dezgehên organîzator.
Vê konferansê carek din diyar kir ku, mirov çiqas di warê hin pirsên siyasî de ji hev dûr be jî dikare li ser hin pirsên konkret yên neteweyî û pîþeyî di heman civînan de were ba hev û bi hev re dîyalogeka germ pêk bîne.
Wek me diyar kiribû, di vê konferansê de mamosteyên ji her çar parçayên kurdistanê ku li 3 welatên Ewropayê fîîlî mamostetiya kurdî dikin, beþdar bûn. Her kes beþdarî nîqaþan bû. Em du rojan bi hev re bûn. Vê rewþê ji bo dîyaloga di navbera kurdan de ya li ser pirsên neteweyî yên berbiçav hêviyek mezin da min.
Mamosteyên kurmancî kordînasyonek hilbijart
Ji bo xurtkirin û zindîkirina peywendîyên di nav mamosteyên kurmancî de kordînasyonek hat hilbijartin. Kordînasyon ji van 5 mamosteyan pêk tê: Remzî Kerîm, Saît Erdem, Haydar Diljen, Nevîn Baykal û Fatma Karakaya. Ev kordînasyon dê li ser hin pirsên ziman û perwerdeya kurdî amadekariyê bike, dema ku pêwîst be bi rêya teknolojiya ragihandinê bi mamosteyan re peywendiyan deyne û daxwaz û baweriyên wan bigîne raya giþtî.
E-nameyên (mail) 150 mamosteyên ku fermî dersa kurdî didin li ba redaksiyona Dibistana Kurdî hene. Mamosteyên ku nameyên Dibistana Kurdî nagihên wan, ku ji me re e-nameyên xwe biþînin, ev kordînasyon jî dikare ji wan e-nameyan sûdê werbigire.
Hin taybetmendîyên vê konferansê:
1. Daxwaza hejmara mamosteyên ku beþdarî vê konferansê bibin ji ya konferansên berê pirtir bû. Hejmara konferansên berê di navbera 70-80 de bû. Ya vê konferansê 89 bû. Ji bo tunebûne cih, em mecbûr man ku hin mamosteyên ku rojên dawîyê serîlêdabûn li derveyî konferensê bihêlin.
2. Konferans ji aliyê þaredarîyekê ve hat amade kirin û Dayreya Giþtî ya Pêþvebirina Dibistanan jî bi awayekî fermî piþtgirîya vê konferansê kir.
3. Bi vê strukturê, konferans, konferanseka fermî bû. Loma mamosteyên ku beþdar bûn, du rojan ji karê xwe yê mamostetiyê bi îzin hatin hesibandin û mesrefên wan û yên konferansê þaredariyan girt ser xwe.
4. Ji Almanya û Norweçê jî mamoste beþdar bûn û li ser rewþa perwerdeya kurdî ya van welatan agahî dan. Vê yekê naverokek navneteweyî da konferansê.
5. Li hin þaredarîyan, mamosteyên kurdî wek nûner/delege hatin hilbijartin û ji bo konferansê hatin þandin, bo nimûne Goteborg, li hin komunan jî hemû mamosteyên kurdî beþdar bûn, wek nimûne Vesteros (Västerås), Borlenge (Borlänge), Bollnes (Bollnäs), Jonkoping (Jönköping) Falun û hwd.
6. Îsal ji Þaredarîya Stockholmê, ku li Swêdê þaredarîya herî mezin e, ji Dayreya perwerdeya zimanê zikmakî- Språkcentrum, bêyî Keya Îzol kes beþdar nebû. Mudûriyeta perwerdeyê ji bo beþdarbûnê 2 roj îzin da mamosteyan lê xwe neda ber mesrefê wan yê konferansê ku ji bo her mamosteyî 1500 kron (nêzî 170 Evro). Ji ber jêkemiya butçeya midûriyetê gelek mezin e. Loma gelek mamosteyên ku li Stockholmê dixwastin beþdar bibin, nikaribûn beþdar bin.
7. Cara yekê zaravayê zazakî (dimilî, kirmanckî, kirdkî) ji bo mamosteyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û Anatolîya navîn hat nasandin.
8. Ji bo peywendiyên mamosteyên kurmancî kordînasyonek hat avakirin.
9. Ji bo hîn bi hêzkirina peywendîyên hemû mamosteyên kurdî sê mamoste hatin hilbijartin ku di înternetê de odeyeke înteraktif ava bikin. Di vê odê de mamoste dê zanîyarîyên xwe bi hev biguherin. Bi vî awayî dê îmkanên teknolojiya ragihandinê bixin ber destan. Mamostên ku hatine hilbijartinê ev in: Tahsîn Aslan, Þilêr, Maaruf Yilmaz.
10. Îsal, di vê konferansa pêncemîn de, xebatên konferansê yên hevbeþ, ango yên bi hev re yên mamosteyên kurmancî û soranî dirêjtir bûn.Roja pêþî û beþek roja duyem hemû xebat di heman salonê de bi hev re hat meþandin.
11. Cara yekem ji bo mamosteyên kurmancî, li ser devoka Behdînan semînerk hat dayin. Semîner ji aliyê Newzad Hirorî ve hat dayin û gelek bi rêk û pêk bû.
Di perwerdeyê de “kurdîya standard” tê çi wateyê?
Di grûba kurmancî de li ser vê pirsê nîqaþên gelek germ û bi berhem hatin kirin. Di grûbên perwerdeyê yên kurmancî de kurdên ji Baþûr, Baþûrê rojava, Bakur, Rojhelat, Anatoliya Navîn, Kafkasyayê û yên ku li Ewropayê çêbûne hene. Gelo wek mamoste mirov di dersê de çawa bike ku ev hemû þagirdên me kurdîya xwe wek beþek ji kurdî bibînin?
Li ser van xalan lihevhatineka bi giþtî pêk hat:
• Divê þagird bi awayekî azad di dersê de devoka xwe bi kar bîne.
• Divê mamoste bi awayekî pir eþkere diyar bike ku ji bo devoka þagirdan rêzê digire.
• Divê hevwateyên (mane) bêjeyan bên hîn kirin. Divê mamoste meraq bikin ku devokên þagirdan hîn bibin û bêjeyên wan bi kar bînin.
• Di warê rêziman yan jî rastnivîsê de hêdî hêdî xebata standardiyê bê kirin.
Em ê di paþerojê de li ser vê babetê bi mamosteyan re hevpeyivînan bikin û nivîsên hîn dirêjtir biweþînin.
Spas ji beþdar û alîkarên konferansê re
Em ê di di demeka kurt de dokumentasyonê vê konferansê bi kurdî û swêdî biweþînin. Em carek din spasîyên xwe ji mamosteyên kurdî kû beþdarê vê konferansê bûn, ji rayedar û karmendên Dayreya Giþtî ya Pêþvebirina Dibistanan ya Swêdê, rayedar û karmendên Navenda duzimanî ya þaredariya Vesterosê (Västerås), hemî semînerdarên konferansê-(li programê binêre), xwedî û karmend û karkerên Otêla Ta Înnê, xwedî û karkerên Restoranta Realê dikin ku bi alîkarî û xebata xwe ya jidil dereceya profesyonalîya vê konferansê bilindtir kirin.
Nirxandina konferansê:
Beþdarên konferansê formeka nivîskî ya nirxandina konferansê dagirtin. Me ev nirxandina beþdaran xwend. Beþdar bi rêjeyeka bilind ji konferansê razî ne. Em ê detayên vê nirxandinê paþê biweþînin. Hin tiþtên ku ji bo baþtirkirina konferansên pêþerojê pêþkêþ kirine jî em ê di xebata konferansên pêþerojê de bi kar bînin.
Dokumentasyona konferansê û surprîzek
Em wek rêveberîya konferanse, ango Navenda Duzimanî ya þaredariya konferansê, em ê bi þandina dokumentasyona konferansê û diyarîyeke dilxweþker ya surprîz jî spasên xwe pêþkêþî beþdarên konferansê û nûnerên çapemenîya ku ev konferans bi awayekî bi rêkûpêk þopandin bikin. Li hêviya postê bin!
Konferansa þeþem dê li ku çêbe?
Ev konferansên salane yên mamosteyên kurdî dê berdewam bin. Li gor peymaneka ku di navbera Dayreya Giþtî ya Pêþvebirina Dibistanan ya Swêdê û Navenda duzimanî ya Þaredarîya Vesterosê (Västerås) de vê konferansê organîze bike. Ji organîzekirina konferansê Midûra navenda Duzimanî Karîn Brobäck, redaktorê malpera Dibistana Kurdî Haydar Diljen û yê Fêrgehî Zimanî Kurdî Serko Amîn berpirsiyar in.
Ku þert guncav bin û hikumeta herima Kurdistanê xwe bide ber, em bi kêfxweþî dixwazin konferansa þeþem li Baþûr çêkin. Lê ku nebe, em dixwazin li bajarekî din yê Swêdê çêkin. Ji nihave, bajarê Malmo (Malmö) û Jonkopingê (Jönköping) daxwaza organîzekirin yan jî alîkariya xwe ya ji bo organîzekirina konferansa þeþê ji me re gotine.
Wek tê zanîn, me ji bo vê konferansê, ango konferansa þeþê jî serî li Wezareta Perwerdeyê ya Herêma kurdistanê dabû. Wezîrê perwerdeyê pêþî sînyalên gelek erênî ji me re þandin. Lê paþê got, “pereyên me tunene”. Nîvê mesrefa konferansê jî Dayreya giþtî ya Pêþvebirina Dibistanan ya Swêdê girtibû ser xwe. Em projeya konferansê ya ku me bi kurdî (kurmancî û soranî) û îngilizî nivisîbû û ji wezîrata perwerdreyê ra þandibû jî diweþînin.
*Rêvebirê konferansê û redaktorê Dibistana Kurdî
Ji malpera Dibistanakurdî hatiye girtin