Diyarname
1'emîn Festîvala Kurtefîlman a Derhêner Jin a Navneteweyî sê rojan didome.
Festîvala Kurtefîlman a Derhêner Jin ev çar sal in DYA û Spanyayê jî di nav de li gelek welatan li dan dikeve, îsal bi piştgiriya Şaredariya Kadikoy li Yeldegîrmenî Sanatê jî tê lidarxistin.
Armanca festîvalê ew e ku ji gelek aliyên dinyayê derhênerên jin bîne ba hev, ligel wan kurtefîlman bikişîne. Di festîvala ku niha li Yeldegîrmenî Sanat a li Kadikoya Stenbolê li dar ketiye de 49 fîlmên derhênerên jin têde tê nîşandayîn.
Di warê neteweyî û navneteweyî de dê xelata fîlmê serketî bê dayîn. Di nav juriyê de lîstikvan Bennu Yildirimlar, derhênera dîmenê Meryem Yavuz, derhêner Çagri Vila Lostuvali û derhêner Ceylan Ozgun Ozçelik hene.
Ligel nîşandayîna kurtefîlmê ligel derhêneran dê li ser senaryo, sazkirina fîlman jî gotûbêj û atolye li dar bikevin.
Festîval di navbera 13-15'ê vê mehê, sê rojan didome û çalakî û temaşekirina fîlman bê pere ye.