Diyarname
Ji bo komkujiya li Dêrsimê di qada navneteweyî de were qebûlkirin malpereke hate vekirin û di malperê de îmze têne berhevkirin.
Ji bo komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-1938’an di qada navneteweyî de jî were qebûlkirin û darizandin û mafê mexdûran were îadekirin, biryara ku doz biçe dadgehên “qirkirinê” hatibû wergirtin.
Dêrsimiyan ji bo vê yekê malperek vekir. Malpera di navnîşana "http://www.dersimkatliami.com" de vebûye îmzeyan berhev dike.


