Diyarname
Li ser vîrusa koronayê ji Çînê îdîayeke nû hate eşkere kirin. Li payîzê pêla duyemîn. Çînê jî got derzî tê. Û hişyarî. Vane çend nûçeyên li ser vîrusa koronayê ku îro derketine pêş.
Çîn: sedî 80 vîrus li mal dertê
Li Çînê lêkolînek hat kirin û derket holê ku sedî 80 li mal bi vîruso koronayê (Covid-19) ketine. Lêkolîn ji aliyê Zanîngeha Southeast ku li Haijingê ye û ji aliyê Zanîngeha Hong Kongê ve hatiye kirin.
Ji bilî Eyaleta Hubey (navenda pêşî ya pandemyê bû) li 320 cihên welat nexşeya vîrusê derxistine holê û li rewşa cihên girtî û pirsgirêkên il hundir hatiye nêrîn. Li gor vê hatiye dîtin ku li 318 cihan vîrusê li cihên dor-sergirtî derketiye holê, li 2 cihan jî li cihên dor-servekirî derketiye holê.
Lêkolîn radigihîne ku vîrus sedî 80 li mal, sedî 34 li erebeyan derketiye holê.
Li gor lêkolînê talûkeya bi vîrusê ketinê li mal sedî 10,3 derketiye. Li nexweşxaneyê sedî 1, li erebeyên gel jî sedî 0,1 derketiye holê. Lewma ji bo parastinê, li mal hişyariya paqijiyê, ji hev dûrsekinîna mirovan hatiye xwestin.
Li Îngilistanê hişyariya ji bo pêla duyemîn
Li Îngilistanê zanyaran hişyarî ji bo hikumetê pêşkêş kir û gotin ku di mehên payîz û zivistanê de bi hewaya sar re dê bûyerên vîrusê zêde bibin û tiwaletên ku her kes bikar tîne jî dê bibin cihê vîrus lê belav dibe. Pispor dibêjin li van tiwaletan hem percere girtî ne û hem jî talûkeya ku gû û mîz dibin sedema jî tê piştguhkirin
Li aliyê din pisporan banga qedexekirina bikaranîna peyva "Karantîna" kir ku serem wekî gotin ku kesên li nav bajêr bi vê re dikevin bin talûkeya cudakirinê.
Çîn: Derzenî ma bena hedrî
Dimay Rusya ra kompanîke dewletey Çînî vat ke heta peynî sere go derzeney înan zî hedrî bo. Kompanî vat ke derzenî 140 dolarî tayêrî go bibo mal û heta sere biqediyo go dest bi rotişê ay bikerê.
Rêveberê kampaniya SinoPharm qeybî rojnamey "Guangming" ke rojnamey Partiya Komunîst a Çînî ya xeberî dawo û vato: "Derzenî go 140 dolar tayêrî bibo mal û her 25 rocan reyke go derzenî bidê xo ro. Kompaniyey ma eşkena sere 220 mîlyon doz derzenan hedre bikero."
Hişyarîke zî Tirkiya ra
Serokê Beşa Nêweşiyanê Enfeksiyonê Tûtan ê Fakulteya Tibî yê Zanîngehey Hacettepe Prof. Dr. Mehmet Ceyhan hişyarî da û vat: "11'ê gulanî ra nat roc dewrê hezar nêweşî vecênê. Ana dewam bikero gere ma mudexele bikerê. Ger mudexele nêbo go vîrus zêde bibo. Ewropa de hûmarey nêweşan heta seyan hamî war la reyna veciya 5 hezarî, 3 hezarî. Ma zî di miyanê demêke de yê nêweşî bena vila û zêde. Miheqeq gere dewlet henî tevdîran bigîro."
Ceyhanî serê vilabiyayişê vîrusî de zî vat ke erebeyê şar beno espar, şîn, nîşan-dawet, oxirkerdişê merdiman qeybî eskerî, şiyanişê bajarêke qeybî bajarê bînî, çiyê anayînê benê sebeb ke vîrus bibo vila.