Mahsun Kirmizigul pêþniyar kir, Tatlises red kir
Stenbol
Hunermend Mahsun Kirmizigul dixwaze fîlmekî li ser Helebçeyê bikiþîne. Ji bo rola Saddam xwest Tatlises bilîze lê wî red kir.
Li gor nivîsa Mahmut Ovur a di rojnameya Sabahê Mahsun Kirmizigul ji bo Tatlises di fîlm de bilîze bi qasidan xeber jêre þand. Tatlises dema bihîst fîlm li ser Helebçeyê ye bi kêfxweþî pêþwazî kir, lê dema bihîst ku Kirmizigul dixwaze ew rola Saddam Huseyîn bilîze hêrs bû û red kir.
Mahsun Kirmizigul berê fîlmên wekî "Beyaz Melek", "Guneþi Gordum" û "New York'ta Beþ Minare" kiþandibû. Di sînemayan de gelek kesî li fîlmên Kirmizigul temaþe kir lê heta niha li Tirkiyeyê Kirmizigul bi fîlmên xwe xelat negirtiye.
Ji bo fîlmê li ser Helebçeyê jî tê îdîakirin ku Kirmizigul ji Hikumeta Kurdistana Federe alîkariya pereyan girtiye.