KOBANÎ
Di roja 126'emîn a berxwedana Kobanî de, çeteyên DAIŞ'ê derbên giran û stratejîk xwarin. Di encama operasyona berfireh a YPG/YPJ'ê de Girê Miştenûrê ji çeteyan hat paqijkirin û bi temamî azad bû. Di vê operasyona ku hêzên YPG/YPJ'ê tu windahî nedan de, herî hindik 40 çete hatin kuştin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di roja 126'emîn a berxwedana Kobanî de, bi operasyona berfireh a YPG/YPJ'ê re pevçûnên dijwar qewimîne. Navendê diyar kir, ku hêzên YPG/YPJ'ê yên ji sedî 70 ê bajêr qontrol dikin, şeva din li hemberî çeteyan operasyoneke berfireh lidar xistin û derbên giran û stratejîk li çeteyan dan.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê de, li ser encamên operasyona duh bi şev a azadkirina Girê Miştenûrê ev agahî hat dayîn:
GIRÊ MIŞTENÛRÊ AZAD BÛ: 40 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Di operasyona ku balafirên hêzên Koalîsyonê destek dan de şerê pevçûnên dijwar qewimîn. Piştî şerê sing bi sinng şervanên me girê Miştenûrê ji çeteyan paqij û azad kirin.
Tevî hemû hewildanên astengiyê yên çeteyan jî hêzên me êrîşên wan şikandin û Girê Miştenûrê bi temamî ket bin destê hêzên me. Di operasyona ku heta şefeqê dewam kir de bi qasî ku hat tespîtkirin zedetirî 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û tu windahiyên hêzên me çênebûn.
Hêzên me di vê operasyonê de tevî cenazeyên 3 çeteyan, doçkayek 12,5 û 150 fîşekên wê, 3 BKC û 5 hezar fîşekên wê, 8 keleş, 21 şarjor û 3.700 fîşekên wê, roketavêjek B7 û 7 fîşekên wê, 16 bombeyên destan, 2 mayînên destan, 4 çenteyên eskerî, 11 rext, 5 bêtêl û dûrbînek desteser kirin."
LI ENIYA BAŞÛR JÎ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku şervanênYPG/YPJ'ê li eniya Başûr jî komên çeteyên ku li derdora nexweşxanê bûn hedef girtin ku di vê êrîşê de 2 çete hatin kuştin, keleşek, rextek, 6 fîşekên roketavêja B7 û 6 bombeyên destan hatin desteserkirin.