Diyarname
Lîstikvana navdar a spanyolî Penelope Cruz (36) ku par bi lîstikvan Javier Bardem re zewicî bû niha zarokek wan çêbû.
Her du lîstikvan jî xwediyê Xelata Oscarê ne. Her du lîstikvanên navdar par zewicîbûn û niha zarokek ji wan re çêbû lê eÅŸkere nekirin ku zarok keç e an kur e. Cruz, li Navenda Tibê ya Cedars-Sinai zarok anî dinê.
Di sala 2008'an de lîstikvan Bardem bi rola di fîlmê Birayên Coen "No Country for Old Men" de Xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî girtibû.
Cruz jî bi rola xwe ya di fîlmê Woody Allen "Vicky, Cristina, Barcelona" de xelata Oscarê girtibû.
Javier Bardem îsal jî bi rola di fîlmê derhêner Alejandro Gonzalez Inarritu "Biutiful" de berendamê Oscarê ye.