‘Sabirsizlik Zamani’, ‘Bariþ Akarsu’ û yên din
Diyarname
Vê hefteyê hindik fîlm ketine vîzyonê. 3 ji Tirkiye, 2 ji derveyî Tirkiyeyê tenê 5 fîlm hene. Ji nav van em fîlmê “Bariþ Akarsu” û “Sabirsizlik Zamani” derdixin pêþ.
‘Sabirsizlik Zamani’
“Sabirsizlik Zamani” fîlmê derhêner Aydin Orak e. Orak derhênerekî kurd e, ji Mêrdînê ye. Wî, bi þanoyê dest bi karên hunerê kir û paþê derbasî sînemayê bû, hem di fîlman de lîst, hem jî fîlm kaþindin. Orak heta niha ji bilî hin kurtefîlm û belgefîlman du fîlmên metrajdirêj “Asasiz Mûsa” û “Yaþar Kemal Efsanesi” kiþandibûn. Niha jî bi “Sabirsizlik Zamani” li pêþberî sînemahezan e. Di fîlm de Mîrza Zarg, Mîrhat Zarg, Ýþtar Gokseven û Pelin Batu dilîzin.
Fîlmê ku heta niha li derveyî Tirkiyeyê li çend festîvalan hat nîþandayîn, niha ket vîzyonê. Du birayên ku li dibistanê problemên matematîkî bo wan zor in, li nav jiyanê jî di nav hewza zehmetiyê de ne. Bi pereyên ku dane hev hewzeke plastîkî dikirin lê ev yek wan tatmîn nake, loma jî biryar didin ku bikevin hewza sîteyeke luks. Li aliyeke ewlehiyê ku di dest de cop, li aliyê din her du bira. Çi dibe bila bibe dê bikevin wê hewzê û soberî bikin lê tiþteke ku ji bîr kirine heye…
‘Bariþ Akarsu: Merhaba’
Fîlmê “Bariþ Akarsu: Merhaba” ji aliyê derhêner Mert Dikmen ve hatiye kiþandin. Ýsmail Ege Þaþmaz, Almila Ada, Huseyin Avni Danyal û Þafak Pakdemir têde dilîzin.
Hunermend Bariþ Akarsu di pêþbaziya stranan a Akedimî Tirkiye de hat nasîn. Paþê dema ji bo kiþandina fîlmekî diçû Bodrumê di qezayê de mir. Fîlmê niha çîroka vî hunermendî derdixe pêþ ekranê.
Bariþ Akarsu ku navê xwe ji hunermend Bariþ Março girtiye ji zarokatî ve ji muzîkê hez dikir. Kalê wî jêre gîtarek û pirtûkek dikire. Fîlm berê xwe dide vê serdemê.
Va ne hemû fîlmê hefteyê:
- The Menu / Derhêner Mark Mylod
- Lyle, Lyle, Crocodile / Derhêner Will Speck
- Bariþ Akarsu / Derhêner Mert Dikmen
- Sabirsizlik Zamani / Derhêner Aydin Orak
- Mujdemi Ýsterim / Derhêner Omer Faruk Yardimci