Diyarname
Lîstikvanên mêr ên tîma neteweyî ya Norwecê serî li federasyona xwe ya fûtbolê dan û xwestin ku lîstikvanên tîma neteweyî yên mêr û yên jin wekî hev prîmê bigirin. Li ser vê yekê Federasyona fûtbolê ya Norwecê biryar da ku di sala 2018'an de lîstikvanên tîmên neteweyî yên mêr û yên jin heman prîme bigirin.
Li gor nûçeya Sporxê lîstikvan Stefan Johansen ji bo çapemeniya Norwecê axivîye û wisa gotiye: "Tu kêmasiya tîma jinan ji me tune ye. Ji ber vê yekê me serî li tiştek wisa daye. Di demên dawî de di warê prîman de ferqek gelek mezin hebû. Tîma me ya jinan jî herî hindik bi qasî me girîng e."
Kaptanê Tîma Neteweyî ya Norwecê Simon Kjaer berî maçên hefteya 8'an a Hevtêkbirina Ji Bo Kûpaya Dinyayê ji bo çapemeniya welatê xwe axivî û got ku wekî lîstikvanên jin ên fûtbolê em heman karî dikin, gere prîma me jî wekî hev be. Kjaer gotibû ku wan wekî tîm serî li federasyonê daye. Bi vê yekê re li dinyayê di nav cîhana fûtbolê de gavek nû hat avêtin.