Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her meh lîstikên xwe li sehneya xwe pêşkêş dikirin lê ji ber vîrusa koronayê sehneya wan jî girtiye. Û ji ber ku her kes li mala xwe ye, ew dibêjin gel neyê emê lîstikan bibin malên wan. Bi vî awayî lîstikek xwe bi ser youtube re pêşkêş kirin.
Lîstika "Daweta Xwînî" li youtube bar kirin û pêşkêş kirin. Lîstika ku metna wê F.G.Lorca nivîsiye Dilawer Zeraq ji bo kurdî wergerandiye û derhêneriya lîstikê jî Ferhad Feqî kiriye.
Li gor agahiya wan di rojên pêş de dê lîstikên xwe yên din jî bi ser youtube re pêşkêş bikin.
Fermo "Daweta Xwînî":