Diyarname
Derhêner Fatih Akin vê carê "Xelata Fîlman a Zêrîn a Alman" ku beramberî 3 mîlyon euroyî ye girt.
Akin bi fîlmê xwe "Yaşamin Kiyisinda" digel Xelata Fîlmê Herî Serketî, xelata derhênerê herî serketî, senaryoya herî serketî û vesazkirina herî serketî girt.
Di merasima xelatdayînê ku li Berlînê hate li dar xistin de Wezîrê Dewletê Bernd Neumann ku ji çandê jî berpirse amade bû. Akin xelata derhênerê herî serketî Lola jî girt.
Derhêner Akin piştî xelatgirtinê sipasiyên xwe kir û got ku wî fîlm ne ji bo xelatê ji bo jiyanê kişandiye.
Fatih Akin ku heta niha gelek xelat girtine di sala 2004'an de li Berlinale (Festîvala Fîlman a Berlînê) bi fîlmê xwe "Duvara Karşi" xelata Hirça Zêrîn girtibû.
Di merasimê de digel "Xelata Fîlman a Zêrîn a Alman" ku Akin girt, xelatên zîvîn û bronz jî hatin belavkirin.
Xelata Fîlman a Zîvîn a Alman derhêner Doris Dorrie bi fîlmê xwe "Kirschbluten-Hanamai" (Kulîlkên Gilyasê), Xelata Fîlman a Bronz a Alman jî Dennis Gansel bi fîlmê xwe "Die Welle" (Pêl) girt.
Di şevê de Elma Wepper bi rola xwe ya di "Kirschbluten" de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî, Nina Hosse jî bi rola di fîmê "Yella" de Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
Xelatên ku Akademiya Fîlman da wekî xelatên herî bi prestîj ên alman têne dîtin. Merasima xelatdayînê