Serokên Konfederasyonê û Mebûsên DTP'ê ji bo herin Taksîmê ketin meşê. Di êrîşa polîsan a li ser ger de jî kesek birîndar bû.
Serokê DÎSK'ê Suleyman Çelebi, Serokê KESK'ê Îsmail Hakki Tombul, mebûsên DTP'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Sirri
Sakik, Akin Birdal, Hasip Kaplan, Serokê ODP'ê Ufuk Uras û serokê saziyên pîşeyî ber bi Taksîmê ve ketin meşê.
Polîsan li Kuçeya Îzzet Paşa pêşî li serok û mebûsan girt.
Di vê navberê de di êrîşa polîsan a li Şişlî de endamekî HOC'ê (eniya Azadiya Mafan) Burhan Gul birîndar bû.


