Diyarname
Di van rojên ku ji ber vîrusa koronayê çalakiyên çandî hatine betalkirin, gelek kes ji malên xwe dernakevin de koma "Documentarist" xebatek nû da dest pê kirin. Belgefîlman pêşniyar dike.
Koma Documentarist her sal du festîvalên nîşandayîna belgefîlman bi navê "Rojên Belgefîlman A Stenbolê", "Festîvala Kîjan Mafên Mirovan" li dar dixe. Ji bilî vê hevdîtinên "Satur-Dox" saz dike ku her şemiyê belgefîlmekî nîşan dide û paşê li ser sohbet dike. Niha çalakî hatine rawestandin. Wan bi daxuyaniyek eşkere kir ku ji ser hesabên xwe yên tora civakî re dê her belgefîlman pêşniyar bikin. Li ser vê wisa gotine: "Di dema ku me xwe li mal hepis kiriye de em vê demê baş derbas bikin, ji bo rewşa girestêrka me baş bê fêmkirin û em li ser bikirin emê her roj belgefîlmekî baş eşkere bikin. Fîlmê me yê pêşî "Human" (2015) e."
Ji bo hesabê wan bitikînin: DOCUMENTARIST