Diyarname
Li Stenbolê Şaredariya Bajarê Mezin bi navê "İST" kovareke li ser jiyan û çandê derxist. Hejmara yekê ya kovarê serê adarê dest bi weşanê kir û her 3 mehan carek dê derkeve. Kovar bê pere tê belavkirin.
Di hejmara pêşî de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu pêşgotin nivîsandiye. Di kovarê de ligel Genco Erkal, Beyhan Murphy, Yetkin Dikinciler, Mert Firat hevpeyvîn hatine kirin. Nûçe û dosyayên taybet di kovarê de hene. Kesên wekî Ahmet Ozdemir, Ahmet Umit, Alper Çeker, Banu Tuna, Bariş Akpolat, Buşranur Alkiliç, Cengiz Kahraman, Dogu Yucel, Haldun Hurel, Kaan Sezyum, Kanat Akkaya, Mehmet Çagçag, Mehmet Yuce, Melis Alphan, Murat Menteş, Murat Meriç, Simto Alev, Sinan Meydan û Şebnem Bozoklu bi nivîs û xêzên xwe têde cih girtine.
Kovara ku 100 hezar heb jê hatiye çapkirin li navendên wekî metro, îskeleyên keştiyan, li hin kafe û navendên çandan dikare bê here bê girtin.