logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê
  3. Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê
  4. Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin
  5. Li nav kurdan rewşa tîmên fûtbola jinan
news-details

Pirtûkên kurdî yên ku zêde hatin firotin

TUYAP bi dawî bû. Weşanxaneyên kurd ji bo me qala pirtûkên xwe yên bi kurdî yên ku zêde hatin firotin kirin.

  • Dîrok: 08/11/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

29'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP ku 30'ê meha borî dest pê kiribû 7'ê sermawezê bi dawî bû. Di fûara ku 550 weşanxane û saziyên sivîl beşdar bûbûn de nêzî deh weşanxaneyên kurd jî têde stand vekiribûn.
Yek ji xebatên girîng a fûarê ji bo kurdan li darxistina du panelên ji aliyê Weşanên Avestayê ve bû. Yek jê bi beşdariya Prof. Abbas Welî ku ew ji kurdên Mehabadê ye û ya din jî bi beşdariya Sechu Sende bû ku wî qala zimanê xwe galisî û kurdî kir.
Di fûarê de piraniya weşanxaneyên kurd ji fûarê kêfxweş bûn; ji ber ku hem pirtûkên xwe baş firotin û hem jî reklama xwe kirin. Hin ji weşanxaneyên kurd jî ne kar kirin, ne jî zerar, lê ew jî li ser wê fikrê bûn ku ji bo reklama pirtûkên kurdî beşdariya wan girîng bû. Her wiha edîtor û xwediyên weşanxaneyan ji bo me qala pirtûkên ku di standa xwe de herî zêde firotine jî kirin.
Vaye yek bi yek dîtina weşanxaneyên kurd:

Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin:
- Fûar ji bo me baş derbas bû. Ji par sedî 50'î baştir bû. Sedî 50 me zêdetir cîro kir.
Di nav pirtûkên me de herî zêde seta pirtûkên Cegerxwîn hat firotin. Balkêş bû, par tiştek wisa nebû lê îsal ji bo seta Cegerxwîn gelek eleqe hebû. Dîsa Şerefname jî gelek jê çû. Pirtûka "Di xewnan de jî ezê zimanê xwe winda nekim" jî li gor em li bendê bûn baş çû. Bi giştî em ji fûarê kêfxweş veqetiyan.

Xwediyê Weşanên Perî Ahmet Onal:
- Ji bo me ne xirab bû. Me mesrefê xwe derxist. Reklamê ku me kir jî ji bo me kar ma. Yê min, ez ji roja yekem ve her li standê bûm, min zêdetir bi xwendevanan re da û stand. Ew baş bû.
Di beşa kurdî de zêdetir pirtûka "Serhildana Seyîdan û Berazan" a Ahmet Aras me firot. Her wiha pirtûkên li ser Serhildana Agirî û Geliyê Zîlanê jî me zêde firotin.

Xwediyê Weşanên Nûbiharê Suleyman Çevik:
- Îsal ji par baştir bû. Kitêbên me yên nû hebûn, tesîra vê jî hebû. Me 20 kitêbên nû anîn fûarê. Kurd di warê xwendinê de tiral in, lê dîsa jî fûar baş derbas bû.
Li standa me zêdetir klasîkên kurdî hatin firotin. Dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîn, dîsa pirtûka Feqiyê Teyran baş hat firotin.

Xwediyê Weşanên Ava Ronî War:
- Wekî em li bendê bûn çênebû. Me tiştên zêdetir ji Stenbolê hêvî dikir lê dîsa jî hema hema me mesrefê xwe derxist. Li cem me pirtûkên tirkî ji kurdî zêdetir hatin firotin. Ji nav yên kurdî jî "Gurzek Çîrok" zêde çû. "Bêlome" be me hindik anî bû, zû qediya. Dibe ku ji nav be jî, balkêş bû, heba wê hinek din jî jê bihata firotin.

Weşanên Aramê:
- Fûar baş derbas bû. Ji aliyê pirtûkên kurdî de pirtûkên me kêm bûn, em nikarin tiştek bibêjin. Lê pirtûkên Musa Anter me baş firotin.

Weşanên Deng:
- Çawa derbas bû? Em dikarin bibêjin teq û req bû. Beşdariya fûarê bes e. Ji pirtûkên me zêdetir Mem û Zîn a bi tirkî hate firotin. Dîsa ferheng jî baş hate firotin.

Weşanên Lîs:
- Em yekem car beşdarî fûara Stenbolê dibin. Di warê têkiliya bi xwendevanan re ji bo me baş bû. Hin pirtûkên ku em li bendê bûn ku dê pir bêne firotin nehatin firotin. Zêdetir Soneyên Shakespeare ku Kawa Nemir wergerandiye, dîsa Salnameya Kawa Nemir baş hat firotin. Ji bilî van pirtûka Mele Mehmûdê Bazîdî, Şivanê Kurmanca a Erebê Şemo baş hat firotin.

**

Nûçeyên eleqedar:

- Di roja dawîn a TUYAP'ê de bernameya weşanxaneyên kurd

- Welî: Ji bo pirsgirêka kurd Modela Gallerê guncan e

- Ji pencereya Valî "Komara Kurdistan"

- Li TUYAP'ê kêf kêfa zarokan bû

- Li TUYAP'ê jî wê zimanê xwe winda neke!

- Nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin

- Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP vebû

- Abbas Welî li ser "Xweserî"yê dipeyive

- Evdile Koçer beşdarî TUYAP'ê dibe

-Weşanên kurd bi pirtûkên xwe beşdarî TUYAP'ê dibin

 

 ***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 15 09 2026

Emmy hamey vilakerdişî

news
  • 13 09 2026

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

news
  • 12 09 2026

'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din

news
  • 08 09 2026

Festîvala FîlmAmedê hat taloqkirin

news
  • 07 09 2026

Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan

news
  • 02 09 2026

Ji bo kurtefîlman dema serîlêdanê ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Culemêrg çi reng e dayê?

ad

Vê carê 'Dûr' ji bo çar rojan bê pere ye

ad

Tê gotin kitêbên me hatin şewitandin

ad

‘Kurdan bi berxwedana xwe rihê Qazî Mihemed şad kir’

ad

Konferansa Dêrsimê li dar dikeve

ad

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

  • 14 09 2026
news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

  • 14 09 2026
news

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

  • 14 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname