Diyarname
Li Tirkiyeyê careke din malpera parvekirina vîdoyan Youtube hat qedexekirin.
11'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Enqereyê ji ber ku malpera parvekirin Youtube vîdeoya dîmenên Deniz Baykal weşandibû biryara qedexekirinê da.
Youtube ku du sal û nîv berê ji ber vîdeoyên dijî Ataturk hatibûn weşandin hatibû qedexekirin û sê roj berê bi rakirina wan vîdeoyan re qedexeya li ser hatibû betalkirin careke din hate girtin.
Vê carê sedema girtina Youtube dîmenên Deniz Balkal in.


