Diyarname
76'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê niha posterê fermî belav kir.
Festîval îsal di navbera 16-27'ê gulanê de li dar dikeve. Festîvalê çend roj berê fîlmên pêşbaziyê eşkere kiribûn û îro jî posterê fermî belav kir.
Di 1'ê pûşpera 1968'an de derhêner Alain Cavalier fîlmekî bi navê "Heartbeat" (La Chamade) belav kiribû. Catherine Deneuve, Michel Piccoli û Roger van Hool serlîstikvaniya fîlm kiribû. Cannesê dîmeneke ji vî fîlmî di postera fermî ya festîvalê de bikar anî û belav kir. Jack Garofalo ev kare di dema kişandina fîlmê Heartbeat de kişandibû.
Di festîvalê beşa Pêşbaziya Mezin de îsal 19 fîlm hene. Serokê Juriya Pêşbaziyê derhêner Ruben Ostlund e. Ew dê serketiyê Xelata Palmiyeya Zêrîn diyar bikin.

Dîmena lîstikvana navdar Catherine Deneuve bû postera Cannesê,
***
Nûçeya Elelqedar:
- Lîsteya Cannesê eşkere bû, NBC jî têde ye


