Diyarname
ÎÅŸev maça çarîk fînalê ya Lîga Åžampiyonan di navbera tîma alman Bayern Munih û tîma katalan Barselonayê de bû. Di maçê de tam 10 gol hatin avêtin û Bayerê tiÅŸtê nebûyî çêkir: Tam 8 gol avêtin Barselonayê.
Otorîte li bendê bûn Bayer bi ser bikeve lê kes ne li bendê bû ku dê tam 10 gol bêne avêtin û dê encam 8-2 be. Lê tiÅŸtên ku nedihatin xeyalan çêbû. Sîstema almanah xwe nîÅŸan da û Barselona tar û mar kir. PiÅŸtî vê skorê li eniya Barselonayê ji sibê de dê gelek nîqaÅŸên guherînê çêbin û wan nîqaÅŸan îÅŸev de dest pê kir jî. Li eniya alman jî kêfa ku xwe ji bo nîv fînalê amade bikin dest pê kir.
Maça her du tîman bi lez dest pê kir. Hê di deqîqeya 4'yan de Bayer Munih bi Thomas Muller derket pêÅŸ lê piÅŸtî 3 deqîqeyan David Alaba gol avêt keleha xwe û maç bû 1-1.
PaÅŸê baran barî: Di deqîqeya 22'yan de Perisic, di deqîqeya 27'an de Gnabry, deqeya 30 de Muller golek avêt û encam bû 4-1. Maç wisa bi lez bû di nîveka yekemîn de qet deqîqeyên zêdek nehatin lîstin û nîveka yekemîn bi vê encamê bi dawî bû.
Tîma alman qet ne li wê fikrê bû tenê maçê bi dest bixe lê bi çi encamê dibe bila bibe; yê wan armanc lîstin, gol û bi vî awayî serketin bû. Li her metrekareya sehayê ew hebûn. Erê di deqîqeya 57'an de li ser navê Barselonayê Suarez golek avêt, encam anî 4-2 lê ev yek ji bo almanan ne muhîm bû. Almanan pergala xwe dan xebitandin û vê golê bi 6 deqîqeyan bi Kimmich bersiv da û encam anî: 5-1.
Di deqîqeya 81'ê de Lewandowski, deqîqeya 85'an de Coutinho û deqîqeya 89'an de dîsa Coutinho û wî got "bes e êdî".
Barselonayê heta niha di dîroka xwe ya Lîga Åžampiyonan de têkçûneke wisa mezin nedîtibû... Bayernê jî serketineke wisa mezin li hemberî Barselonayê qet xeyal nekiribû.
Di temamê maçê de Bayer Munih zedetir pas dan, dêzetir ÅŸût avêtin, zêdetir parastina keleha xwe kir û helbet bi zêdetir gol avêtinê heq kir ku derbasî nîv fînalê bibe.
Di maça pêr de PSG û maça duh de RB Leipzing bi ser ketibû û di nîv fînalê de ew bûbûn reqîbên hev. Bi vê serketinê Bayer Munih ji bo sibê dê li benda reqîbê xwe be. Sibê, yanê roja 15'ê mehê dê Manchester City û Lyon bilîzin. Kîjan bi ser bikeve dê bibe reqîbê Bayer Munihê. Maça wan jî saet 22'yan de ye.
Barselona wê tevlihev bibe
PiÅŸtî maçê pêÅŸî ji defansê Barselonayê Pique axivî û got: "Ez ÅŸerm dikim. Pêdiviya me bi guherîneke bingehîn heye. Ger guherîneke nû bê kirin ez dikarim vekiÅŸim. Guherîna ez qal dikim ne ji bo lîstikvanan, an teknîk dîrektor e."
PiÅŸtî pîque teknîk dîrektorê Barselonayê Setien jî axivî û got, "Têkçûneke gelek bi êÅŸ bû. Tîm gêj bûye.Ji bo gotinên Pique ez tiÅŸtek nabêjim. Ez bi xwe bûm 6 meh li vir im, herhal mafdar e. Divê hin tiÅŸt biguherin."
Maçên nîv fînalê
Di nîv fînalê de ji maça PSG û Leipzing tîma PSG li pêÅŸ e, îhtîmaleke mezin dê ew derên fînalê. Ji Bayer Munih û tîma din (Manchester City, Lyon) zêdetir îhtîmala Bayer Munihê heye ku derkeve fînalê. Ger sibê Manchester City bi ser bikeve, îhtîmal e bikaribe bi Bayerê. Maça nîv fînalê ya PSG û Leipzingê 18'ê mehê, maça din dê 19'ê mehê bê lîstin û maça fînalê jî roja 23'yê mehê.