Diyarname
Hunermend Agît Işik albuma xwe ya nû bi navê "Hez" pêşkêşî muzîkhezan kir.
Di albuma Agît Işik "Hez" de heşt stran cih girtine. Hin stran gotinên wan aîdê wî û du stran jî ji helbestên Arjen Arî û Berken Bereh girtine. Muzîkarên wekî Dr.Ahmet Kaya, Mirady û Fîkrî Kutlay jî keda wan ketiye nava albumê. Aranjoriya albuma "Hez" Erdem Altinses kiriye. Di "Hez" ê de stranên wekî "Çîroka wê bayê", "Dîsa", "Germahî", "Hez", "Suregul", "Tembî", "Were Hafa Min", "Wêneyên Qufili" cih girtine.
Bingeha stranan gelemperî bi awayek rojavayî hatiye honandin lê di her stranê de motîfek û referansek rojhilatî û herêmî heye.
Agît Işik dibêje "huner bi xwe rêwîtîyek e û di vê rêwîtîyê de tu rastî çi dîmenê bêyî bixwazî nexwazî wê tevlî hunera te bibe" û dixwaze wan dîmenan nîşanî muzîkhezan bide.
Agît Işik berê vê albumê bi navê "Lorîna Sibê" albumek derxistibû. Her wiha di projeyên bi navê "Stranên Fîkrî Kutlay", "PEŞK (bo bîranîna Bro Omerî)" de cih girtibû. Ji bilî van du sîngle jî derxistibû.