Diyarname
Rojnameya heftane Xwebûn bi hejmara xwe ya nû derket. Hejmara 4'an a Xwebûnê (13-19 rêbendan 2020) bi sernavê ‘Folklora me pişta me ye’ derket.
Rojnameger Lezgîn Akdenîz bi nivîskar Bahoz Baran re der barê ziman û folklora kurdî hevpevyîn çêkiriye û ev hevpeyvîn wekî manşet hatine pêşkêş kirin. Baran di hevpevyîna xwe de ji bo parastina zimanê kurdî hişyariyên girîng kiriye.
Vê hefteyê jî 4 nivîskar li rojnameyê zêde bûn; Munevver Azîzoglu Bazan, Mehbûbe Sedaetmend, Berfîn Dîcle û Remezan Tunç bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtine. Ji bilî van nivîskarên rojnameyê Şener Ozmen, Felemez Ulug, Sedat Ulugana nivîsên xwe pêşkêş kirine.
Di hejmara nû ya rojnameyê de nivîsên lêkolînî û serbest jî cih digirin. Aysel Tabak der barê sersala kurdan a 13’ê çileyê (rêbendanê) de nivîsandiye. Şêrgele jî bi sernavê ‘Her sal xwezî bi par’ nivîsandiye. Kenan Colemêrg têkildarî deng, xweza û çandê de nivîsiye. Di rûpela kirmanckî de sernavê nivîsa Roşan Lezgîn wiha ye; ‘Ma xwu rê ciya bin!’. Nivîskar Mehmet Şahîn der barê kuştina Silêman Qasim, şerê navbera Îran û DYA’yê nûçe-analîzek amade kiriye.