Dihok
Namzetê Newaya Nû yê Dihokê Dixtor Kamuran Berwarî li navçeya Zaxoyê rastî êrîşa komekê hat. Berwariyê ku ji serê xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.
Namzetê rêza yekemîn ê Dihokê yê Newaya Nû (Nifşê Nû) Berwarî di çarçoveya xebatên propagandayê de, îro nîvrokî li navçeya Zaxo çû serdana dikandaran. Di dema serdanê de komek êrîşî Kamuran Berwarî kir. Di êrîşê de Berwarî ji serê xwe birîndar bû. Li ser mudaxeleya welatiyên li derdorê êrîşkar reviyan. Berwarî ku ji ser û pozê wî xwîn hat rewşa wî baş e.
Piştî êrîşê Berwarî axivî û got: “40-50 kesan ji çend aliyan ve êrîş kirin û ez kirim hedefa xwe. Ev êrîş diyar dike ku li vê herêmê azadî tune ye, ger ku em nikarin peyama xwe bigihînin gel û belavokên xwe bidin gel, wê demê azadî tune ye."
Berwarî destnîşan kir ku ev helwset nîşan dide ku ji niha û pe de jî azadî nabe, lewma ew dixwazin peyama xwe bigihînin gelê Behdînanê û wiha dom kir: “Diyar bû ku li vir azadî nîn e. Lewma divê gelê Behdînan dengê xwe bi awayekî azad bikar bîne û vê kêşeya siyasî li Kurdistanê û bi taybetî li Behdînan biguherîne.”
Ji Rojnewsê hatiye girtin


