Enqere
Yekem car DTP beşdarî gera fermî ya Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ya li Çinê bû. Li ser daxwaza serokomar Wekîlê Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê Selahattin Demirtaş beşdarî gera Gul bû.
DTP ku digel koma wê li meclisê heye jî berê ji aliyê Serokomar û Serokwezîr ve ji bo gerên fermî yên derveyî welat nedihatin vexwendin vê carê Serokomar DTP vexwend gera xwe ya ji bo Komala Gel a Çînê.
Her wiha partiyên din jî ji bo gerê hatin vexwendin lê CHP beşdarî gerê nabe, mebûsên MHP û AKP'ê dibin. Gera ku li ser navê DTP'ê Selahattin Demirtaş beşdar bû de wezîr û nûnerên partiyan jî amade ne..