Diyarname
Her sal di wanê Wêje, Aştî, Kîmya, Fîzîk û Aboriyê de Xelatên Nobelê têne belavkirin. Par ji ber pandemiyê merasima xelatdayîna Nobelê bi awayekî fîzîkî li dar neketibû, îsal jî li dar nakeve. Merasima îsal jî dê wekî online li dar bikeve.
Weqfa Nobelê bi daxuyaniyê rewşa nû eşkere kir: "Her kesî dixwest vîrusa Covid-19 bi dawî bibe lê hê em li vê derê ne. Yên ku Nobel bigirin wekî par dê madelyeyên xwe li welatê xwe bigirin."
Merasima Nobelê her sal di 10'ê berfanbarê de li dar dikeve.


