Diyarname
Hunergeha Welat ku li Rojava karê muzîkê dike yek bi yekê xweşiktir, şîrîntir klîban pêşkêşî muzîkhezan dike. Hunergeha Welat vê carê strana gelêrî "Xanimê" bi klîbeke şîrîn pêşkêş kiriye.
"Xanimê" ku straneke gelêrî ye, Hozan Wezîr aranje kiriye û Îsmaîl Yûsif stra ye.
Komê bi van gotinan stran û klîba xwe pêşkêş kiriye, "Stranên govendê, yên ku di şahî û dawetan de dihatin gotin, tev li ku hêsan bûn jî lê tije hestewarî bûn. Bîranînên mirovan bi van stranan re, rojên evînê yên bi lez derbas bûn, û dilsozîya bi van bihîstinan re coşa rojên bihurî geş dike. Bîrewerîya me bi vê celebê ya stranbêjîyê dagirtîye; de ka em bi hev re govendê bigerînin."
Em jî vê strana xweşik wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêş dikin.
Kerem bikin...


