Amed
Afîş ji ber kurdî hat qedexekirin, lê dibe ku ji ber naveroka wê be...
Di 12'yê rezberê de wê gel here cem sindoqê û di referandûmê de dengê xwe bide.
Ak Partî û hinên din wê dengê "Erê" bidin. CHP, MHP û hin partiyên çepgir wê dengê 'Na'yê bikar bînin.
BDP jî wê referandûmê 'boykot' bike. Û BDP ji bo vê yekê li gelek bajarên kurdan afîşan dadiliqîne.
Pêşî li Mûradiyeyê afîşa wan hat qedexekirin.
Niha jî li Amedê afîşa wan hate qedexekirin.
Li Amedê BDP'ê afîreşk ku têde "Em dê nebêjin yek welat, yek netewe", Em roja 12'yê Îlonê dê nezin ser sindoqê /boykot" nivîsandibû li Amedê daliqand. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Yenişehîra Amedê bi sedema "Ji ber ku ji bilî tirkî zimanekî bikar aniye" der barê afîşan de biryara berhevkirinê da.
Di biryara ku Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê daye de îmzeya ji AKP'ê endam Nazim Ozeden, ji DP'ê endam M. Sabri Şimşek, ji CHP'ê endam Mahmut Şevketoglu, ji MHP'ê endam Nurullah Karakoç heye.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Demirtaş: Bendav dakeve emê 80 mebûsî bişînin meclisê
- Hûn nikarin di pankartê de vê binivîsin!
- Ji devê Demirtaş vane şertên BDP'ê
- Baydemir: Boykot eniya alternatîf e


