Diyarname
74'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê îsal di navbera 6-17'ê tîrmehê de dê li dar bikeve. Amedekarên festîvalê wekî fîlmê destpêkirina festîvalê "Annette" hilbijart.
Derhêneriya fîlmê "Annette" Leos Caraks kiriye, Adam Driver û Marion Cotillard serlîstikvanên fîlm in. Fîlm 7'ê mehê dê bê nîşandayîn ku heman rojê li Fransayê jî dê bikeve vîzyonê. Fîlmê ku çîroka wî li Los Angelesê derbas dibe, Adam Driver rola stand-upkar komedyen Henryyê digire ser milên xwe. Henry evîndarê opereta li dinyayê navdar Annê dibe ku rola wê jî Marion Cotillard dilîze.
Festîvala ku di rewşên normal de di meha gulanê de li dar diket, îsal ji ber pandemiyê 2 mehan bi derengî li dar dikeve. Ligel ku dîrok hatiye eşkere kirin jî meseleya betalkirinê jî hê tê axivîn. Ji ber pandemiyê heta kêliya dawî jî dê nirxandin çêbin û li gor wê dê diyar bibe li dar bikeve yan na.
**
Nûçeyên Eleqedar: