Diyname
Koma rockê ya navdar U2 de 6'ê rezberê de li Stenbolê wê konserê bide. Bilêtên komê di navbera 50 û 750 TL'yî de têne firotin. Bilêtên locaya taybet ku bi 750 TL têne firotin ji niha de xelas bûne.
U2 herî dawî di 13'yê mehê de li Torinoya Îtalyayê derket pêşberî hezkiriyên xwe.Piştî vê konserê heta dawiya vê mehê wê li welatên wekî Almanya, Danîmarka, Fînlandiya, Rusya û Avusturyayê konserên xwe pêşkêş bike. U2 piştî konsera xwe ya li Atînaya Yewnanistanê ya di 3'yê rezberê de wê were Tirkiyeyê.


