Alaattîn Ayhan
Romana "11 Deqqe" ku ji aliyê nivîskarê navdar Paulo Coelho ve hatiye nivîsandin, ji aliyê Weşanxaneya Canê ve hate sansûrkirin. Sansûrkirina peyva "Kurdistan" ji aliyê gelek bikarhênerên medyayê yên civakî ve hate şermezar kirin.
Nivîskar Coelho, di romana xwe ya bi navê 11 Deqqe de wisa nivîsandîye, "Ew kete kafeteryayeke înternetê û keşf kir ku kurd ji Kurdistanê ne, ku ne dewlet e û niha di navbera Tirkiye û Iraqê de hatiye parçekirin." Lê belê Weşanxaneya Canê di vir de ev hevok wisa nivîsandiye, "Kurd di Rojhilata Navîn de dijîn hatibû nivisandin" û peyva Kurdistan sansûr kir.
Sansûrkirina vê romanê ku çapa yekem ku di sala 2004'an de hatiye çap kirin, ji aliyê gelek bikarhênerên medyayê yên civakî ve hat rexnekirin, gelek kesan peyam weşandin û ev sansûr şermezar kirin.
Xwedîyê weşanxaneyê bersiv da
Piştî van reaksiyonan xwediyê Weşanxaneya Canê Can Oz li ser Twitterê bersiv da. Oz wiha got, "Ferqa di nav bera werger û nivîsa orîjînal de çawa çêbûye, kî wisa kiriye, berpirsyar kî ye ez nizanim. Çapek kevn e. Lê belê mafê weşanger tune ye ku li gorî xwe nivîsa orjînal biguherîne. Xwendevan di reaksiyona xwe de mafdar in. Di çapa ewil de dê were lihevrastkirin."
Wergêr bersiv da: Min çi dît ew wergerand
Wergêrê romana 11 Deqqe Saadet Ozen li ser Twitterê bersiv da. Ozen wiha got, "Min çi dîtibe min ew wergerand."


