logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Bajar bi bajar Newroz

Ji Culemêrgê û Dêrsimê heta bi Îzmîr û Tekîrdagê bajar bi bajar pîrozbahiya Newrozê:

  • Dîrok: 21/03/2009
  • Beş: Nûçe

 

Ji Culemêrgê û Dêrsimê heta bi Îzmîr û Tekîrdagê bajar bi bajar pîrozbahiya Newrozê:

Li Edeneyê zêdetirî 70 hezar kes hebû

Li Edeneyê bi tevlibûna zêdetir ji 70 hezar kesî bi coşek mezin Newroz hate pîrozkirin.
Li Edeneyê di Newroza ku yekemcare ji derve bi awayekî fermî tê pîrozkirin de girse li qadê bicihnebû. Parlamenterê DTP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk, diyar kir ku Serokwezîr Erdogan wekî dîktator tevdigere.
***

Li Nizîpê pîrozbahiya Newrozê ya bi coş

Li Navçeya Nizîpa Entabê bi qasî 2 hezar kesî li Hala Sebzeyê hat cem hev û bi coş cejna Newroz pîroz kir.
***

Bazîd li ser piyan bû

Di Newroza Bazîda Agiriyê de bi deh hezaran kes hebû. Govend, muzîkê coş da Newrozê. Bazîdî dîsa ji bo Newroza xwe li ser piyan bûn.

***

Li Şirnexê 30 hezar kes hebû

Li Şirnexê ji 30 hezarî zêdetir kesî Cejna Newrozê pîroz kir. Parlamenterê Şirnexê Hesîp Kaplan got ku ew bi gel re li Enqerê li çareseriyê digerin û wiha got: "Hin kes li Burkselê, li Iraqê li çareseriyê digerin. Projeya ku îradeya gel qebûl neke pêk nayê."

Li Navçeya Hezexa Şirnexê pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya 15 hezar kesî pêk hat.

***

Agirê Newrozê li navçeyên pêket

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeyên Wêranşar, Serêkanî, Bozova, Hîlwan û Pirsûs ên Rihayê hatin lidarxistin de bi dehezaran kes hatin cem hev. Di pîrozbahiyan de hate diyarkirin ku Newroz ji bo gelê kurd sembola azadiyê ye.

***

Li Hezo bi hezaran kesî agirê Newrozê vêxist

Li Navçeya Hezo ya Êlihê bi hezaran kesên hatin cem hev, Newroz pîroz kirin.
Di pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê Rêxistina DTP'ya Hezoyê ve li Şehîr Stadyumê hate lidarxistin de bi hezaran kes amade bûn.
***


Li Sêwregê piştî 15 salan agirê Newrozê pê ket

Agirê Newrozê piştî 15 salan yekem car li Navçeya Sêwrega Rihayê hate pîrozkirin. Parlementerê DTP'ê Îbrahîm Bînîcî diyar kir ku lazim e peyama Newrozê baş bê famkirin.

Di Newroza Xelfetiyê de jî slogana, "An demokrasiyek rasteqîn an jî qet" derket pêş.
+++


Agirê Newrozê li Meletiyê hate pêxistin

Di Newroza Meletiyê de polîtîkayên hikûmeta AKP'ê hatin şermezar kirin û banga tevlibûna teşebûsa aştiyê hate kirin.

Newroza Meletiyê li Staduyûma Şekerê bi beşdarbûna nêzî 2 hezar kesîpêk hat. Di Newroza ku DTP, EMEP, ODP û sendîqayên girêdayî KESK'ê bi al û pankartên xwe tevlibûn de axaftin bi kurdî û tirkî hatin kirin.

***

Li Mûşê 20 hezar kesî Newroz pîroz kir

Li Mûşê Newroz bi beşdariya 20 hezar kesî hate pîrozkirin. Mûşî li Qada Newrozê hatin cem hev. Di pîrozbahiya ku zarok û jinan bi cilên xwe bal kişandin de pankarta ku li ser "Em bi agirê Newrozê Rojê silav dikin" nivîsandin û dovîzên li ser "Jin jiyan azadî", "Em Newroza Rojê pîroz dikin", "Em çiyayê rojê û azadiyê slav dikin" nivîsandibûn hatin vekirin. Pîrozbahiya Newrozê bi ketina qadê ya parlementerên DTP'ê Sirri Sakik, Nûri Yaman, serok û sêreberên Rêxistina DTP'ê û Namzetên DTP'ê yê Şaredariyê rê dest pê kir.
***

Agirê Newrozê Ege dorpêç kir

Li Herêma Ege, li Îzmîr, Manîsa, Ortaklar, Dîdîm, Soke, Nazîllî û Mîlasê Cejna Newrozê bi coş hate pîrozkirin.  Di pîrozbahiyan de bi deh hezaran kes amade bû
Di pîrozbahiyên ku bi zêdeyî jin û ciwan amade bûn de, kincên herêmî, flamayên kesk, sor û zer dîmenên rengîn pêk anîn.

***

Li Erdîş hezar kes hat cem hev

Li Taxa Yeşîlovaya girêdayî navçeya Erdîşa Wanê, zêdetirî hezar kesî hat cem hev. Girseyê pankarta "Newroza we pîroz be" û alên Konfederalîzma Demokratîk vekirin.

***

Li Qereyazî du hezar kes hebû

Li Gundê Dundara girêdayî navçeya Qarayaziya Erziromê jî bi tevlibûna 2 hezar kesên ku ji gundên derdorê hatiye Newroz hate pîrozkirin.
***

Dêrsim jî li ser piyan bû

Bi sedan kesên ku ji rêveber û endamêne DTP, EMEP, ESP, Partîzan û saziyên sivîl pêk hatin li ber buroya hilbijartinê ya DTP'ê û Rêxistina EMEP'ê ya Bajêr li hev kom bûn û ber bi qada Demîrolukê ve meşiyan. Pîrozbahiya ku li Qada Kişla pêk hat de rêveberên DTP'ê û jinan bi cilên neteweyî di kortejê de cih girtin. Di pîrozbahiyê de bi sedan kesî pankartên li ser "Serhildana Kawa li dijî emperyalîzmê ye", "Mafê zimanê zikmakî nayê asteng kirin" û "Israra sosyalîzmê israra mirovahiyê ye" nivîsandibun vekirin û bi dirûşmên wekî: "Bijî Newroz" heta qada Newrozê meşiyan.
***


Nisêbîn li benda 29'ê Aderê ye

Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi deh hezaran kes hatin cem hev û Newroz pîroz kir.
Serokê Rêxistina DTP'ê ya Mêrdînê Hîlmî Oncu balkişand ser operasyonên li ser gelê kurd hatine meşandin û wiha got: "Gelê kurd tu carî dest ji berxwedana xwe bernedaye. Ew nikarin kurdan bi tunekirin, tunehesibandin û kuştinan ji holê rakin. We ev di berxwedana Zapê û operasyonên din de baş dît. Kurd di 29'ê adarê de dê bersivê bidin operasyonan."

***

Li Geverê qada Newrozê têr nekir

Li Navçeya Gevera Colemêrgê 50 hezar kesî bi cil û bergên neteweyî Newroz pîroz kirin. Qada Newrozê têrî girseyê nekir; gel ji şaneşînan tevlî pîrozbahiyê bûn
***

Li Çorluyê tevî astengiyan Newroz bi coş hate pîrozkirin

Li Trakyayê tevî astengiyan pîrozbahiyên Newrozê, li Çorluyê bi tevlêbûna hezaran kesî hate pîrozkirin.

Li Trakyayê pîrozbahiyên Newrozê, bi tevlêbûna hezaran kesên ji Edîrne, Tekirdag, Kirklarelî û bajar û navçeyê din hatin li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê hate lidarxistin.
Bi hezaran kesên li sahaya futbolê ya li Taxa Saglik hatin cem hev, agirê Newrozê vêxistin.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Huseyîn Bariş, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Tekîrdagê Hîlmî Karaoglan, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Çorluyê Kerem Tosun, Namzetê Şaredariya Çorluyê Nîmettullah Eren û namzetên DTP'ê yên Edîrne û Tekîrdag beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Li wesayîta DTP'yiyên ku ji bo tevlîbûna pîrozbahiyê bibin ji Edîrneyê hatin ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û polîsan 5 hezar TL cezaya pereyan li wan birî.Eleqtirîka qadê jî ji aliyê TREDAŞ'ê ve hate birîn. Piştre bi jeneretorê ku anîn qadê pirsgirêka ceryanê hate çareserkirin.

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Fewzî Bîlge romana Merwaniyan nivîsî

ad

20 kesên din hatin binçavkirin

ad

Fîlmên fransiz li Stenbol û Enqereyê ne

ad

Klîba Hefteyê: Sînemê

ad

Li Kobanî tabloyek dîrokî hat dîtin

ad

Fermo, firsenda kirîna pirtûkên Enstîtuya Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname