Diyarname
Turkiye Gazeteciler Cemiyeti (TGC) îsal Xelata Azadiya Çapemeniyê dide Vedat Kurşun.
TGC (Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeye) ku yek ji saziya bingehîn a rojnamegeran e û ji sala 1989'an ve Xelata Azadiya Çapemeniyê dide îsal dê 24'ê vê mehê Roja Rojnamegeran de xelatê bide. TGC çendr waran de xelatê dide û di warê "şexs" oe xelatê wê bide Sedat Ergin. Di warê rojnamegerên di girtîgehê de yan jî di bin tehdîda girtinê de ne jî xelatê dide berpirsê karên nivîsaran ê berê yê Azadiya Welat Vedat Kurşun, rojnameger İrfan Aktan û nûçegîhanê Radikalê İsmail Saymaz. TGC di waze "sazî" de jî îsal xelatê dide Tora Ragihandinê ya Serbixwe (BİANET).
TGC her sal di 24'ê Tîrmehê Roja Rojnamegeran de vê xelatê dide. Îsal lijneya diyarker a xelatan ji nivîskarê Radikalê Altan Oymen, ji Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Teoman Ergul, Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeye Ercan İpekçi, ji Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê Çetin Tuzuner, Ji Komeleya İletişim ve Araştirmayan Prof. Dr. Nurçay Turkoglu, Hîndekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasaraye Prof. Dr. Yasemin Giritli İnceoglu, Dekane Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Maltepeyê Prof. Dr. Peyami Çelikcan, Ji Komeleya Mezûnbuyîyên Ragihandine Alîkar Doç. Dr. Esra Arsan, Serokê TGC'ê yê dema berî niha Nail Gureli, Wekîlê Seroke Turgay Olcayto û Sekreterê Giştî Sibel Guneş pêk dihat. Lijne di 7'e vê mehê de li navendê civiya, ji bo serokatiya lijneyê Altan Oymen û ji bo raportoriyê Sibel Guneş hilbijart û paşê derbasî nirxandina berendaman da. Di encamê de TGC'ê Sedat Ergin, Vedat Kurşun, İsmail Saymaz, İrfan Aktan û Bianet ji bo xelatê guncan dîtin.
TGC'ê di daxuyaniya xwe de Berpirsê Karên Nivîsaran ê berê yê Azadiyat Welat Vedat Kurşun ku 166 sal ceza xwar û niha li Girtîgeha Amedê ye wisa daye nasîn: Vedat Kurşun: Ji sala 1976'an de li Mêrdînê hatiye dinê. 9 sal in rojnamegerî dike. Ji ber nivîsên ku di Azadiya Welat de nivîsandiye bi sedema propagandaya rêxistina terorê kiriye 166 sela û 6 meh ceza danê. Vedat Kurşun hê li Girtîgeha Diyarbekirê di Tîpa D de ye.
Merasima xelatdayînê roja 24'ê mehê li Roja Rojnamegeran de wê li Hasbahçeya Dolmabahçe Sarayi ya bê dayîn.
Di merasimê de wê plaketa bîranînê bidin endamen TGC'ê yên ku mafê girtina qerta rojnamegerî ya her daîmî girtine.
Sal bi sal Yên ku heta niha ji TGC'ê Xelata Azadiya Çapemeniyê girtine:
1989
Şexs::Nazli Ilicak
Sazî: IPI
1990
Şexs :Kaya Erdem
Sazî: Yekîtiya Baroyên Tirkiyeye
1991
Şexs : Gungor Mengi- Okay Gonensin
Sazî: Rojnameya Cumhuriyetê
1992
Şexs (Derveyî Çapemeniyê: Serokê TBMM'ê Husamettin Cindoruk
Şexs (Derveyî Çapemeniyê) : Emin Çolaşan
Sazî : Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê
1993
Şexs : Ugur Mumcu
Sazî : Anka
1994
Şexs : İlhan Selçuk
Sazî: Baroya Stenbolê
1995
Şexs : Altan Oymen (Sernivîskarê Milliyetê), Şerif Turgut (Nûçegîhanê ATV'e)
Sazî: Rojnameya Oslobodenje (Li Saraybosnayê weşan dike)
1996
Şexs : Umur Talu
Sazî: Rojnameya Yeni Adana
1997
Şexs :Orhan Erinç (Serokê TGC'ê)
Sazî : Serokomarî
1998
Şexs :Nezih Demirkent
Sazî:îsal nehat dayîn
1999
Şexs :Fikret İlkiz, Melih Aşık,
Sazî: Verilmedi Bartinê, AP
2000
Şexs: İonna Kuçuradi
Sazî: Dan Xebatkarên Rojname û TV'yên ku li herêma erdhejê xebitîn
2001
Şexs : Nail Gureli
Sazî: Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Ragihandinê
2002
Şexs :Bekir Coşkun
Sazî : Serokomarî
2003
Şexs : Hifzi Topuz
Sazî: Hemû Saziyên Çapemeniya Herêmî
2004
Şexs :Ragi Duran
Sazî:îsal nehat dayîn
2005
Şexs :îsal nehat dayîn
Sazî :îsal nehat dayîn
2006
Şexs : Musa Kart, Mithat Ali Kabaali (Dadgehê 3'yemîn Asliye Hukukê)
2007
Şexs :Hirant Dink, Ragip Zarakolu, Gulçin Çayligil
Sazî : Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeye
2008
Şexs : Gokçer Tahincioğlu- Kemal Goktaş
Sazî : Muzeya Çapemeniyê
2009
Şexs :Nedim Şener, Riza Türmen
Sazî: îsal nehat dayîn
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye