Washington
Serokê DYA'yê Barack Obama ragihand ku di hilbijartina sala 2012'yan de dîsa dibe berendam.
Di malpera xwe de Obama diyar kir ku cara duyemîn li Qesra Spî duyemîn car ji bo serokatî dibe berendam, bi e-mailê ev yek ragihand piştgirên xwe.
Obama di hilbijartina 2008'an de bi ser înternetê re xwe gihandibû bi mîlyonan amerîkayî û bi ser ketibû.
Ev agahî ji bo rexnegirên siyasetê nebû wekî surprîzê, ji ber ku ew li benda tişteke wisa bûn.
Ev 40 sal in li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê her serokek du caran serokatî dike. Herî dawî di sala 1968'an de Lyndon Johnson ragihandibû ku dê cara duyemîn ji bo serokatiyê nekeve pêşbaziyê û her kes şaşwaz kiribû.