Diyarbekirspor wê kongreya xwe li dar bixe
Diyarname
Diyarbekirsporê biryar girt ku ji bo rêveberiyeke nû kongreyê li dar bixe. Kongreya Diyarbekirsporê wê 27'ê vê mehê li dar bikeve.
Diyarbekirspor ku ji Lîga Super ket û îsal wê di Lîga 1'emîn a Bank Asyayê de bilîze ev demeke di nav rêveberiyê de nîqaþeke li dar e. Klûbê li ser nîqaþan û sazkirina rêveberiyeke nû daxuyaniyeke weþand û wiha got: "Kongreya me wê di 27 tîrmehê 2010'an saet 14.00’an de li Salona Sporê ya Ziya Gokalp bê li darxistin. Ger degele bi têra xwe neyên wê kongre dîsan li heman salonê di 3'yê gelawêja 2010’an de bêyî li dengên piraniya delegeyan binêrin li dar bixin”.