Stenbol
Navenda Çanda Mezopotamyayê li Zindana Yêdîkuleya Stenbolê konsereke mezin bi navê Demawaz li dar xist. Bi dehezaran kes beşdarî konserê bûn.
Di konsera êvara 26'ê mehê li Zinda Yedîkuleya Stenbolê li dar ket de Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Gulten Kişanak, mebûsên BDP'ê Sebahat Tuncel, Bengî Yildiz û rêveberên BDP'a Stenbolê jî amade bûn.
Axaftina destpêkê ji aliyê hunermend Genim ve hate kir. Genim wisa got: "Me xwest ku em li dijî asîmîlasyona peywira xwe bînin cih. Emê li vir jî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ji Amedê heta Wanê, Êlihê, Culemêrgê û hemû Mezopotamyayê aştiyê biqîrin."
Dûre dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî derket ser dikê. Boyaxçî bi klamên xwe temaşevan coşand. Dûre bi rêzê endamên koma Dansê ya NÇM'ê, Koma Gulen Xerzan, Servet Kocakaya, hunermenda tunusî Amel Mathlouthi, Serhedo derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Her wiha hunermendên NÇM'ê bi hev re derketin ser dikê û silav dan kesên ku beşdarî konserê bûbûn û konser bi dawî bû.
Di konserê de sînevîzyonek ku li ser Hozan Mizgîn, Nursen Înce, Halîl Uysal, Hozan Hogir, Hozan Serhat, Delîla jî têde hatibû amade kirin hat pêşkêş kirin.


