Diyarname
YNK'ê dixwest Serokomarê niha BerhemSalih carek din bibe Serokomar, lê PDK'ê nexwest û berendamê xwe nîşan da. Ji ber vê yekê jî ev salek e serokomar nehat hilbijartin. Vê carê rêbazeke wisa çêbû, YNK'ê du berendam nîşan dan: Berhem Salih û Letîf Reşîd ku PDK piştgiriya Reşîd dike.
Ji bo serokomarî îro li Meclisa Iraqê dengdan çêbû. 277 mebûs beşdarî dengdanê bûnr. Berhem Salih 99, Letîf Reşîd 157 deng girtin. Ji ber ku di vê dorê de kesî ji sisêyan du deng negirtin, hilbijartin derbasî gava duyemîn bû.
Di dora duyemîn de kîjan berendam piraniya dengan bigire dê bibe Serokomarê Iraqê.
REWŞA PDK'Ê
Di vê dengdana îro de mebûsên PDK'ê piştgirî da Letîf Reşid. PDK'ê pêşi Xoşyar Zebarî wekî berendam nîşan dabûn, lê Dadgeha Iraqê berendamtiya wî betal kir. Dûre Rêber Ehmed wekî berendam nîşan da, lê nehat hilbijartin. PDK niha pişgiriya Reşîd dike.
Li Parlemena Iraqê PDK xwed3i 31, YNK xwedî 18 kursiyan e. Ji sala 2003'yan ve posta Serokomarê di destê kurdan, posta serokê parlemenê di destê suniyan û serokwezîrî jî di destê şiiyan de ye.
JI SALA 2003'YAN HETA NIHA
Di sala 2003'yan de bi rêberiya Celal Talabanî û Mesûd Barzanî her du yan biryar da ku posta serokomariya Iraqê di destê YNK'ê de be, serokatiya Herêma Kurdistana Federe jî di destê PDK'ê de be. Ji wê rojê de her berendamê YNK'ê hatibû hilbijartin. Vê carê PDK dij YNK'ê û Berhem Salihî derket. Di sala 2003'yan Celal Talabani bû Serokomarê Iraqê. Piştî mirina wî Fûad Masûm hat hilbijartin. Piştî wî jî Berhem Salih bû serokomar.


