Hawara ziman
Serkan Birûsk
Dema Mîr Celadet Bedirxan navê Hawar li kovara yekemîn a bi alfabeya latînî kir (15.05.1932) gelo ew di nava hest û hîsên çawa de bû? Çima navên gul û çîçekên Kurdistanê li kovarê nekir? Yan jî çima wî navek ji wan navên xweþ ên çiya û newalên Kurdistanê ji bo kovarê neneqand? Lê wî ji nava ew qas peyvên xweþ ên çandî, folklorîk, navên deverî û dîrokî, navdarên kurd û hwd, çû navekî bi qêrîn û gazî hilbijart?
Ji wê roja ku yekemîn hejmara kovara Hawarê derket û hata niha, bêguman gelek tiþt hatine guhertin. Gelek ji van guhertinan di berjewendiyên gelê kurd de ne û ji bo paþeroja gel jî xwedî derfetên hêja ne. Li hemû beþên Kurdistanê hejmareke zêde ya ji gel xwedî bîreweriyeke neteweyî ya nasnameyî ye û rêxistinên kurd rojane dikarin tesîrê li gel bikin.
Lê li aliyekî din jî, Hawara Mîr Celadet Bedirxan a ji bo zimanê kurdî mixabin e ku hê jî li malan, li kolanan û li bajarên kurdan olanê dide. Li aliyekî sersariya me wekî kes û sazî, li aliyekî din jî, polîtîkayên taybet ên ji bo kuþtina zimanê kurdî yên dagirkeran, bêhn li vî zimanê qedîm çikandiye û ew birîndar kiriye. Loma jî, hawara zimanê kurdî ya ji ber van birînên xedar ên biþaftin û înkarê îro jî dewam dike. Zimanê me bi Hawar û gazî ye. Ji bo zimanê me di devê me de nemire û tama devê me bi zimanê xelkê xera nebe; divê em mafê perwerdê di zûtirîn de demê de li seranserê Kurdistanê bi dest bixin.
Belê hefta pêþiya me Cejna Zimanê Kurdî ye. Di vê hefteyê de bêyî ku em hev û din biêþînin, gotinên nexweþ ji hev re bibêjin, em hewl bidin bi hev û din re bi kurdî biaxivin. Yên ku bi kurdî dizanin, bi hevalên xwe yên nizanin re bi kurdî biaxivin. Bila ev hefte bibe wesîle ku em roj û heftan, mehan û salan bi kurdî bijîn.
Ji ber ku em hemû dizanin, heger em ji sibehê heta êvarê bikin qêrîn û hawar, gotarên herî xweþ û zanistî li ser girîngiya ziman û girêdana wê ya bi nasnameya neteweyî re binivîsin, kampanyayan li dar bixin jî, lê heger gel di jiyana xwe ya rojane de bi biryar zimanê xwe yê neteweyî bi kar neyîne, pê perwerde nebe û girîngiya ziman a ku ew stûneke esasî ya paþerojê ye, nebîne, dê hemû hewldanên me badilhewa herin û em ê tenê bi bang û tamsariya xwe li holê bimînin. Û piþtî demekê jî, dê hemû bangên ku em ji bo vê mijara jiyanî li gelê xwe dikin, bêwate bibin. Heger rewþ hate vê astê, êdî xetera herî mezin a li ser ziman dest pê kiriye.
Loma jî, divê ji bang û kampanyayên demî zêdetir em ji bo ziman û paþeroja xwe kar bikin. Bi taybetî di xebatên li ser ziman de malbat û zarok xwedî ciyekî gelekî girîng in. Paþeroja miletan zarok û ciwan in. Heger zarokên malbatên kurd bi kurdî nizanibin, li min biborînin lê seqetiyeke mezin di warê têgihîþtina dayik û bavan a welatparêzî û netewetiyê de heye. Jixwe, heger ew dayik û bav li Ewropa bin, welatparêz bin, bi xwe jî qenc xerab bi kurdî zanibin û zarokên xwe fêrî kurdî nekiribin, gunehê wan gelek gelek girantir e.
Çima ez behsa malbatên li Ewropa dikim? Ji ber ku piraniya me malbatên ku li Ewropayê dijin, xwedî derfetên xwendin û nivîsandina bi kurdî ne. Li dibistanan dersên kurdî têne dayîn, dema zarok li cem hevalên xwe yên ewropî bi kurdî diaxivin tu kes zextê li wan nake. Tevî vê, rewþa destdêr jî dema malbatên kurdan li Ewropayê bi zarokên xwe re û di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê tirkî digel hev diaxivin, bi rastî nexweþ e.
Li metrepol û bajarên tirkan pirraniya malbatên kurd ji tirsa tirkan bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Mixabin bi giþtî civata tirk di mesela zimanê kurdî de çavsor û bêtolerans e. Îcar, bi demê re jî axaftina bi tirkî dibe çandeke navmalî û piþt re çi dibe; mala zimanê kurdî xera dibe.
Dema ez zarok bûm, nîqaþek li ser ziman di bîra min de maye. Zilamekî kurd ku bi jinek ne kurd re zewicîbû û di nava siyaseta kurdî ya wê demê de pir çalak bû, li malê bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivî. Hevalê wî bi serhiþkî jê re digot, tu divê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivî. Wî jî digot, tiþt pê nayê, ew ê li kolanan fêrî kurdî bibin. Mixabin zarokên wî biraderê kurdperwer îro mezin bûne lê bi kurdî nizanin. Lê ji ber ku di nava civata kurd de dijîn jî, gelek caran ji ber xwe þerm dikin û dibêjin, dayik û bavên me em fêr nekirin.
Îcar, wekî her kesê di mesela ziman de hesas, ez dubare dibêjim; divê zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî. Divê ji bo perwerda bi kurdî xebatên sazîbûnî bênavber û birêkûpêkî bêne meþandin. Kesên vî karî dimeþinin jî, divê xebata xwe di ser hemû bipêþketinan re bigirin. Da ku em rewþa awarteyî û hawarî ji ser zimanê xwe rakin.
10.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka