Diyarname
18'ê vê mehê roja wefata hunermenda qedirbilind Eyşe Şan bû. Hunermenda kurd Eyşe Şan di salvegera wefata xwe de li du bajarên kurdan hate bibîranîn. Şeva bibîranîna Eyşe Şan a li Amedê şeveke hêja bû, keça wê jî stranên diya xwe gotin.
Li Amedê keça Eyşe Şan jî li ser dikê bû
Li Amedê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo bîranîna Eyşe Şan şevek li dar xist. Di şevê de Orkestraya Aramê Tîkran û hunermenda NÇM'ê Ayfer Duzdaş derketin ser dikê û stranên Şan vegotin. Di şeva ku gelek mêvan lê amade bûn de surprîza şevê keça Eyşe Şan Yasemîn Şan bû ku wê jî stranên diya xwe vegotin.
Di şevê de sînevîzyonek ku ji dengê Eyşe Şan qala jiyana wê dikir jî hat nîşandayîn.
Li Qoserê jî hat bibîranîn
Şeva bibîranîna Eyşe Şan ya li Qosera Mêrdînê li Mala Gel a Ubeydullah Eren de li dar ket. Mebûsa HDP'ê Gulseren Yildirim, Hevşaredara Qoserê Leyla Salman û gelek kesên din amade bûn. Di şevê de xebatkarên Navenda Çanda Alî Temel, Koma Ugurê Nemir û Koma Şehît Ali Temel derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.
Hunermenda navdar Eyşe Şan ku ji Amedê ye di 18'ê berfanbara 1996'an de li îzmîrê wefat kiribû û gora wê li îzmîrê ye.