Diyarname - Pukmedia
Îro li Xormatu li hemberî YNK'ê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşa întîxarî ku bi du erebe pêk hat de 14 kesî jiyana xwe ji dest da, 30 kes birîndar bûn.
Qeymeqamê qeza Xormatu Şelal Ebdûl ji bo PUKmediayê got: Yek li wan teqînan li xalekî pişkînînê ya navbera malbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û komîteya komonîsta Kurdistanê rû daye.
Li gor zanyariyên destpêkê di teqînan de 14 kesî jiyana xwe ji dest daye û zêdetir 30 kesî jî birîndar bûne.
Ebdul da zanîn ku di nava birîndaran de pêşmergeyên malbenda Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê û pêşmergeyên komîteya hizba komonîst a Kurdistanê jî hene û her weha cîgirê berpirsê malbenda YNK jî birîndar bûye.
HDP'ê êrîş şermezar kir
Hevserokên HDP'ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu bi daxuyaniyeke nivîskî ev êrîş bi tundî şermezar kir. Hevserokên HDP'ê wisa got: "Di hedefa êrîşan de têkoşîna azadiya gelê kurd heye û armanc ew e ku aramiya li herêmê xera bikin. Di her du êrîşan de jî Rêveberiya Hikumeta Kurdistana Federal ji ber bajarên kurdan yên ji derveyî sînorên wê mane de pêkhatine, wê bê ewlehiya li herêmê jî zêde bikin. Ji ber vê sedemê divê berpirsên êrîşan bên derxistin. Em hem bang li hikumeta navendî ya Iraqê, hem ya Herema Kurdistanê dikin ku gavên pêwîst biavêjin."
HDP'ê di daxuyaniyê de her wiha got em ji bo kesên wefat kirine ji Xweda rehmê, ji bo xizmên wan, YNK, Partiya Komunîsta Kurdistanê û tevayî gelê Kurdistanê re sersaxî xewst.
Roja 8'ê mehê jî li Celewla ya girêdayî Xaneqînê dîsa êrîşa bombeyî pêk hatibû û bi ser 20 kesî re welatiyan jiyana xwe ji dest dabû.