Diyarname
Teatra Demsal yekem lîstika xwe bi navê "Sergo" yekem car lîstik. Lîstik li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê galaya xwe pêk anî.
Lîstika "Sergo" ji aliyê Turgay Nar ve bi navê "Çopluk" bi tirkî hatiye nivîsîn û ji aliyê Îsmaîl Yildiz ve ji bo kurdî hatiye wergerandin.
Teatra Demsal komeke nû ye lîstika "Sergo" derxist ser dikê. D ilîstikê de İsmail Yildiz, Rojbîn Elban û Îhsan Gumuşten dilîzin. Lîstika ku êvara 26'ê mehê li Zanîngeha Bîlgî derket pêşberî temaşevanan derhêneriya giştî ya hunerê ya lîstikê Erdal Ceviz û Halit Karaata kiriye. Şêwirmendiya zimanê kurdî Kawa Nemir kiriye û muzîkên lîstikê jî koma Siya Şevê çêkiriye.
Di nav tevliheviya global a sedsala 20'an de 3 kes li nav sergoyê dijîn. Lîstik ji aliyê dîrokî û sosyolojîk ve li meseleyê dinêre, kurte mijarên wekî Îsa, dêr, Meryem, mar, bîr, çarmîş, mirin, xiyanetê pêşkêş dike û balê dikişîne ser dinyaya ku îro bûye wekî sergoyeke.
Lîstika ku bi balkişandina ser felsefe û gerdûnîbûnê derdikeve pêşberî temaşevanan, balê dikişîne ser ji min re çiyê û bêçareyiya ku wekî çare tê dîtin. Bi vî alî ve balê dikişînin ser rewşa welatan.
Ji bo kurdiya lîstikê wekî notek: Werger ne serketî bû. Berî careke din bê lîstin pêdivî bi careke din nirxandina wergera metnê heye.


