Diyarname
Romana nivîskar Hesen Huseyin Deniz bi navê "Hêvî her dem heye" ji Weşanên Do derket.
Romana Hesen Huseyîn Denîz li ser çîrokeke rastîn hatiye lêkirin, lê cih û nav hatine guhartin. Deniz li ser romana xwe wisa dibêje: "Di jiyana têkoşîna rizgariya gelê kurd de bi qasî serkeftinan binketin, bi qasî qehremaniyê tirsonekî, bi qasî berxwedanê xayîntî û qasî vîna azadiyê teslîmkarî hat jiyandin. Li kêleka mirovê heta guleya xwe ya dawî şer kirin, mirovên bê teqandina guleyekê çeka xwe avêtin û reviyan; li kêleka mirovên tî, birçî, pêxas û tazî li ber xwe dan, mirovên li ser derfetan xwe dan jiyandin û rantxuriya nirxên têkoşînê kirin ne kêm hatin dîtin."
Pirtûk bi alîkariya Enstituya Kurdî ya Brukselê ji aliyê Wesanxaneya DO ve li Stenbolê hat çapkirin. Berhem li ser jiyana têkoşerên kurd kêliyeke pêşkêş dike.


