Batman
Şaredariya Batmanê ku niha di bin destê kayûmê de ye peykerê helbestvanê navdar Cegerxwîn rakir.
Şaredariya Batmanê di sala 2007'an değ li Parka Kî ne Em peykerê Cegerxwîn danîbû. Di 23'yê adara 2014'an de kes an kesên nasname nediyar êrîşê peykerê kiribû. Niha kayûmê bi temamî ew rakir.
Li hemberî vêyekê îro Rêxistina HDP'ya Batmanê li ser avahiya rêxistinê daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredarên Batmanê ên ji peywirê hatine girtin Songul Korkmaz û Mehmet Demir, endamên TJA'yê (Tevgera Jinên Azad), Dayikên Aştiyê, nûnerên HDP'ya Batmanê û ji gel gelek kes beşdarî belakirina daxuyanî bûn.
Hevşaredarê Batmanê yê ji kar hat girtin Mehmet Demir got ku di çarçoveya Plana Şark Islahetê de êrîşê hemû nirxên kurdan dikin.
Hevşaredar Korkmaz daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û got ku kayûm rejimeke faşîst e ku bi paradîgmaya yek ziman, yek ol, yek netew êrîşê Şaredarîtiya HDP'ê ku pirdengî diparêze dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku fikra ku li Bazîdê peykera Ehmedê Xanî, li Sêrtê pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan xira kir,îro li vir jî peykera Cegerxwîn jiholê rakir. Wisa hat gotin, "Kolan, kuçe û partên ku navên rewşenbîrên kurd lêye radikin û navê Karabag li parkên Batmanê dikin. Navê Devlet Bahçeli li parkên Amedê tê kirin. Ev bêtehamulê wisa gihîştiye astek ku li gelek cihan konser û şano jî têde qedexekirin. Şaredarîtiya kayûmê destûrê nade folklora kurdî, çanda kurdî, xebatên li ser zimanê kurdî. Em dijî vê ferasetê ne û em şermezar dikin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li kayûmê hat kirin ku peykera Cegerxwîn di kêliyek zû de deynin cihê wî.