Diyarname
Tîma îtalî Romayê peymana xwe ya ligel teknîk dîrektorê xwe Jose Mourinho betal kir.
Klûbê di daxuyaniya belav kir de got, "Ji aliyê berjewendiyên klûbê ve divê guherîneke lezgîn pêk bihata."
Her tişt piştî maça yekşemê çêbû. Roma li hemberî Mîlanê bi 3-1 têk çû. Di hefteya 20'î de piştî vê têkçûnê Roma di rêza 9'an de cih girt. Û klûbê teknîk dîrektor Mourinho şand mal.
Teknîk dîrektorê portekîzî Jose Mourinho di gulana 2021'ê de hat ser kar. Di sala 2022'yan de ligel Mourinho tîmî kûpaya Lîga Konferansê ya UEFA'yê girt. Par di Lîga Ewropayê de heta fînalê çû, lê di fînalê de têk çû. Ligel van serketinan jî Mourinho nikarî di lîga Îtalyayê Serie A de şampiyonî bi dest bixe. Loma jî klûbê rê danî ber teknîk dîrektor.
Klûbê got ku di kurtedemê de dê teknîk dîrektorê xwe yê nû ragihanîn.