Diyarname
Li Tirkiyeyê instagram bi temamî hat girtin. Her çiqas hewldan hebin jî hê encam nehatiye girtin. Her wiha platforma lîstikan Roblox jî hat girtin. Agahiyeke qedexeya li ser platformên civakî ji Rusyayê jî hat.
Li Rusyayê jî bi Youtube bi temamî hat girtin. Berî vê Rusyayê leza ketina YOutube kêm kiribû, mirov bi zor diketin vê platformê, lê niha bi temamî girt. Heta niha der barê sedema girtina YouTube de tu agahî nehatiye belavkirin.
Ji şeRê Rusya-Ûkraynayê ve heta niha Rusyayê der barê Google de gelek gavên astengkirinê avêtin.
Li Rusyayê Facebook, Instagram berê hatibûn girtin.
Ji bo Tirkiyeyê îdîaya dê YouTube û TikTok jî bêne girtin.